Bûyera Kurikên Satîye û Mala Mihtopele / Ahmed Gezer

0
1.028 views

 

Bûyera Kûrikên Satîye û Mala Mihtopele-I

Dile Fata Satîyê û Hecî ye Mala Mihtopele.

Heket, li ser keçik rêwandine dest pêdike û di netîcê de ji herdû hêla 14 kes tên kûştin.

Mesalê, gor tescîla di destê me de, 80 – 90 salî de di ber ve qewimîyê, piştî ku Komara Tirkîye hatiye ava kirin. Hedîse, li Anadolê Navîn di mintiqa di navbera Enqere Qonya û Kirşehire de darbes bûye. Wextê ku ,li cemaatan qale meselên dikin, mesale kûrikên Satîye û Mala Mihtopele bi nav dikin.

Êla ( aşîreta) Oqçîya ( Okçî)

Ji gundê Tavlî, Hase Satî, Hûse Satî, Miste Satî û xwinga bi tenê Fatê Satî jí qebîlê Oqçîya ne. Oqçî zédetir li gundê Xelkêjorê û gundê Tavli bi cîh û war bûne, wekî din jî li gunde dine kurdên Anadolê Navîn ,li her gundekî yek û dûdê malen Oqçîya hena. Li Bajarê Kirşehire Çiçekdaxe jî 10-14 gundên Oqçîya hena.

Ji Xelkêjorê, (Karacadag) , Mala Mihtopele jî Oqçî ne, xwêdan Zozan ( yayla). Xwedîye kerîye pez bûne, nivî Mala Mihtopele jî li Çîçekdaxe bi cîh û war bûne. Hecî Mala Mihtopele, berî ku Fata Satîye birewîne, bi dergistî bû ye.

Kûrikên Satîye û Mala Mihtopele ber pismame hevdû ne.

Teqdîm kirin

Hûsê Satîye li Helebe di Askerîye de xwendîye û bûye Subay. Li Sellanîke wazîfedar bûye, şandine xerba Çanakkale. Alî Hûse jî li Çanakkale Asker bûye.

Hûse Satîye, bi Adûla Hûse re bi dergistîye, Fata Satîye jî, bi birangé Adûla Hûse, bi Alî ye Hûse re bi dergistîye, yanî berdêl bûne.

Hûse Satîye û Alî ye Hûse , herdûka jî li eskerîye kûnya xwe hatine . Gor vê, dergiste Fata Satîye Alî Hûse li eskerîye miriye.

Dile Fata Satîye û Hecî Mala Mihtopele

Hecî Mala Mihtopelê û Fata Satîye di dawetekê de hevdû dibînên, aşiqê hevdû dibin.

Fata Satîye bi Hecî Mala Mihtopelê ve soze didin hevdû ku bi hevre birewin.

Kevrî Soqê Nîşan e.

Fata Satîye, bi Hecî Mala Mihtopele re dibê, ku birangen min vê mesalê me bibîzên yên me herdûya jî bikûjên. Fata Satîye bi Hecî Mala Mihtopele ve qewl digrin û nîşanek di navbera xwe de datînin. Fata Satîye dibe, ku di soqê li ber mala me de kevir bû bizane birange mine ê li gundên. Ku kevir di soqê de nebû, bizane biraye min li mal tûnen. Hînge bizane, ezê amede me û eza bi tê re birewim. Hecî Mala Mihtopelê her roj kevrî soqê ye li ber male mêze dike, ka kevir têda heye. Hecî Mala Mihtopelê, rojekê tê ku kevir di soqê de tûne, Fata Satîye direwine û terin Kirşehire Çîçekdaxê ( Çiçekdag) ba Pismame xwe.

Mala Mihtopele din jî, diben Kûriken Satîye xêre bi me nakin. Heta ku va mesela sûkin dibe û bi hêlekê dikeve ew jî terin Çîçekdaxe ( Çiçekdag) Kirşehîre.

Koma Kûriken Satîye

Kûrikên Satîye, rojekê vedigerin mala xwê gunde Tavli. Dayîka (Daka) wan Satîye dibe, Hecî Mala Mihtopelê Fat rewand bir. Hase Satîye, brange xwe û xale xwe di nav hevdû de rewandina Fate mûzakere dikin.

Kûrikên Satîye,diben em Eşqiyêmintiqe , di ser me re werin xwunge me birewînên. Ji nav û nîşanê me re lekeka mezine , em vê yekê qebul nakin.

Rext û silehe xwe giredidin, terin Xelkejorê Zozanê (yayla) mala Mihtopele. Li nav Zozane digerin , kesênabînên, rastî zawekî Mala Mihtopele tên û kesî bi silehe dikûjên. Kûriken Satîye, bi vênakevin ser , bi ber hêrse xwe ve ketine ,bi ser kuştina zêwe de , keçikeka ji Mala Mihtopele radikşînên û bi xwe re tînên.

Bi ser vê meselê va, Mala Mihtopele ji Kirşehire vedigere gundê Xelkejorê.

Koma Eşqiya, bi navî Kûriken Satîye dihatin xwendin û naskirin. Ji gunde Tavlî, Hûse Mêle, brange Satîye. Osmane Hecî, lawke brangê Satîye. Hase Satî, Miste Satî lawke Satîye ne. Hevalên xwe Gonco Ale û Mame Hûskelke ji gundî Tavli ne. Ji Altilerê Mexme Kor Osmen, bi navekî din Mêlle Haci Kor Osman, ji gunde Atmana Hemo Nizêm. Ji gunde Komişinê, gundekî bi êslî xwe kurdin , li rojhêletî Tavli ye û navî xwe bi kurdî Şixêka ye. Ji Şixêka Xwûdewerdî û Horoz , wana giştîka bi hevre komek bûne û eşqîyatî dikirine.

Koma Eşqiya , di navbera xwe de soze didin hevdê ku kî ji wan brîndar be, ê ku li paş xwe nehêlîne û teslîma devletê ne kine.

Şîrove

Wek tê zanîn, mitolojîya kurdan ya devkî pir biqûwet û biforse , wek efsane kirin, hûnandin û li zêde kirin diwana kurdan ê bi nav û denge. Hedîse, ji devî pir kesan bihîst û pir cara jî gûhdarîya heketê kir . Dema ku min di derbarê bûyerê de agahî berhev dikirin, bi kesê ku mesale ji mezinan xwe bihîstine û ên ku mesale dizanên re sohbet çêkirin. Her kesek gor xwe şîrove dikin û berîye meranîye û qehremanîye berve xwe dikin û pesna malên xwe û malbatên xwe dikin.

Kesên wek min ku dinîvsînin, lazime bêteref bên.Ne, ku hênekan bikim qehreman, hênekan jî zalim û zalimkar nîşan bidim.

Her çiqes, bûyera Kûrikên Satîye û Mala Mihtopele li ser keçik rewandine be jî , bûyer resmekê vê demê a kurdên Anadolê Navîn ya civakî, çandî û siyasî dide ber çavan.

Mesalê pir alîye, dûr û dirêje. Di mesalê de Devlet li hêlakê û Beg û Axa’n li kêlakê û Komê Eşqîya li hêlakê ne.

Ezê, bi çend beşan ji we re biweşînim û li bendê bên.

Ahmed Gezer. Dem 30. 09. 2018

Kimler Neler Demiş?

avatar
  Subscribe  
Bildir