EZ Ê BIÇIM/ Xizan Şîlan

EZ Ê BIÇIM

kezeba bîranînên werimî

hesretên bêxwedî

daxwazên berbabûyî

xeyalên porspîkirî

û xatirxwestinên xwînvereşîn

ez ê ji we re bihêlim û biçim

şewqa çirayek xemgîn

demsalên bi kul û keder

stêrkên xeyîdî

tîrêjên çavşil

û asîmaneke sîngqelişî

ez ê ji we re bihêlim û biçim

qêrîna êşên bêdeng

sebira salên perîşan

stûna hêviyên rût

kilamên axînkêş

û helbestên ji tîna qewirî

ez ê ji we re bihêlim û biçim

eşqa evîndarên dilnazik

feryad û fîxana bilbilê fîrar kirî

ken û giriyên ji bîr bûyî

henasa hestên perpitî

û şîrheramên bi xemgîniya min şadbûyîn

ez ê ji we re bihêlim û biçim

îskeîska bêxewiya şevên xerîb

bêrîkirinên fetisî

qedera reşgirêdayî

tirs û kelecana dilê jar

û teşqeleyên xêrnexwazan

ez ê ji we re bihêlim û biçim

sergêjiya şan û şuhretê

zewq û sefaya qesr û qonaxan

pesna zîv û zêrên nixumandî

û text û tacan

ez ê ji we re bihêlim û biçim

barê gunehên roja mehşerê

deynê şert û şûrtên îmanê

agirê dojeh û hûriyên bihuştê

afirînerê gerdûna efsûnî

sonda bi navê Yezdanan

û hemû ol û perestgehan

ez ê ji we re bihêlim û biçim

bextewariya li ber jana bayê reş ketî

hovitiya zexelên dirantûj

serxweşiya meyxaneyan

endîşeyên giyana xeşîm

jiyana li nav tozê tarûmar bûyî

gemara rûyê nemerdan

xweliya cendekê şewitî

û hêrsa mal û milkê dinyayê

ez ê ji we re bihêlim û biçim

ciwaniya zû kalbûyî

êşkenceya zaliman

berbangên piştxûz

bedenên li ber dîwaran qefilî

tenêtiya di paşila mirinê de raketî

cehaleta mêjiyên kor

şadiya noqî deryaya xeman bûyî

rûpelên çaxên genî

sira xaçepirseke nependî

û bersiva pirsên avis

ez ê ji we re bihêlim û biçim

Xizan Șîlan

2018-03-15

Stockholm