Hunerê Li Dijî Şer’a / Hasan Hûseyin Deveci

0
33 views

Wênesaz Hasan Hüseyin Deveci, dibêja HÛNERÊ LI DIJÎ ŞER E. Hasan Hûseyin Deveci, bi hûnera xwe pêşengehê li dardixe.

Wênek, ji hezar gotina / peyva bi hêztire.

 

HUNER Lİ DIJÎ ŞER E

(KUNST GEGEN DEN KRIEG)

Ez jî weke hunermendekî, bi tevahî alînegir, dixwazim pêrabûnên hunerî dijî ceng û şer dest pê bikim. Em weke mirovekî nikarin çavên xwe bigrin û divê em berpirsyar di vê rewşê de derkevin.

Ez dixwazim li dijî cengê rojavaya Kurdistanê ku dijî gelê kurd e bi reng û gotinan rabim, da ku gel û mirov şîyar bibin û beşdarî çalakîyên hunerî dijî vî cengê hov bibin.

Ez di wê bawerîyê de me ku mirov dikare bi xurtîya xwe nepêkanbûnekê pêkan bike.

Ez hêvî dikim ku her yek beşdarî pêrabûnên hunerî dijî ceng û şer bibe.

ÇALAKÎYA MEZIN bi beşdarbûnê dijî ceng û şer!!!

Hestên te jî yên canbêzar carinan hene dema tu nûçêyên ser ceng dibihîzî?

Tu jî bêzar nabî dema tu daykên kuştî dibînî û zarokên wan digrîn?

Tu lal namînî dema tu pê dihîzî ku li cihên din ên cîhanê bombe diteqin?

Dijî canbêzartîya xwe rabe û çalak bibe dijî ceng!

ÇAWA???

Pir hêsan, ji min re peyamekê bişîne an emailekê, wêneyên xwe (foto an scan) yên ku di serê te derbarê ceng derbas dibin dema tu li vê rewşê diramînî.

Derbarê vê mijarê hun dikarin bi tenê an di komekê de tiştekî binexşînin an gotarekê binivîsînin.

Wêne an scanên xwe bi 300Dpi bişînin min:

info@hhdeveci.de

Hasan Hüseyin Deveci

Kimler Neler Demiş?

avatar
  Subscribe  
Bildir