Kadir Çelik, yekemin pirtûka xwe helbesta ( şiir) derket.

 

 Kadir Çelik, yekemin pirtûka xwe helbesta ( şiir) derket.

Payîza Pelweşan, Helbest, ji hêla weşanxanê J&J, 2015-Amed hate weşandin.

Helbestên  Kadir Çelik ji serî de heta binî hûner , hûnermendî  Kurd û kurdewarîye.  Helbestwan birêz Kadir Çelik, helbestên xwe bi  Kurdîyeka  zelal û pakij xemilandîye.

Kadir Çelîk deng û gotin li hevhûnandîye,wextêk helbesta dixwînî  ritma û ciwankarîya zimen xweş tê guhê mirov .  Helbestên Kadir Çelîk wek ava çemê Firat û Dicle diherikên û mirov li dinyeka  din xem û xeyal dike.

Me xwest ku helbestekê ji pirtûke binivsînên , em şaş bûnî kîjane hilbêjernê yek ji yekê ciwantire.

Li xwe digerim çendîn zeman e

Bi sermin de tên şevên vî bajarî

Gunehê tenêbûnê tê bi min

Çend caran xeniqîm bê hawar

Di kûrahîya şevên bi dupiyan re bira de

Şevên xewnên min ji min diêvişandin

Nedihat bihîstin dengê min

Nedihat kes di hawarên min

Xerîbî hîngê dibû xencer

Diqelişand hêvîyên di nav dil de kombûyî

Dengê trênê şevê diqelêşe

Karkerên lezgîn berbî karên xwe ve dimeşin

Kuliyên berfê bi nazdarî xwe diawêjin hev.

Wek Kurdekî Anatoliya Navîn ,Kadir Çelik cîhe serkeftî û serbilindiye. Xwûdî li wê derketin, Qedir û kimeta wê bêdayîn û bêzanîn.

Hûnermend  Rewşenbîr û Lekolîner Kadir Çelîk mirovekî pir alîye, wergerîya Kurdî û Swêde dike. Kadir Çelik ji sala 2004 an pê de, di nav televizyonên Kurdî de bernama diweşîne.

Kadir Çelik , niha di Newroz Tv de , him amedekare û him jî pêşkêşvaniya bernama ‘’ Hest û helbest’ê dike.

Kadir Çelik  ji Kurdên Anatoliya Navîn e, ji gundê Omê ye ( zincirlikuyu)  girêdayê Kulu Konya yê.

Tabloye bi navê ’’Iştar’’ ku ji bergê pêşî yê pirtûkê de bi kar hatî,  jî ya Hûnermendê Kurdên Anatoliya Navîn Hasan Huseyîn Devecî ye.