Kongra PKAN Li Wuppertal / Almanya!

0
107 views

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN, roja yekşemê, di 17 mijdarê 2019 an de li bajarê Wuppertal’ê, di salona Alte feuerwache de kongra xwe ya sêyemîn pêkanî.

Kongre, ji alî hevseroka PKAN’ê Meliha Dogan ve hate vekirin. Ji bo şehîden demokrasîye rêz hate girtin. Hevseroka PKAN’ê Meliha Dogan piştî bixêrhatin li mêvanan kir, behsa giringîyê damezrandina PKAN, hewcedarîya birêxistinbûyîna kurdên Anatoliya Navînê li diasporê û asîmîlasyona ku li ser kurdên Anatoliya Navîn tê meşandin şîrove kir.

Ji bo dîvane: Dr. Zeynep Binici, Muzaffer Küçükyildiz, Ahmet Gezerû ji bo rojêv girtinê jî İrfan Koyuncu hatin hilbijartin. Seroke dîvane Ahmet Gezer spasîya xwe ji bo endaman kir ku wan bawêrîya bi wan anîne û piştre derbasî rojevê bû.

Mêvanên Kongre:

Faysal Sariyildiz: Parlamentere HDP berê û berpirsîyare HDP ye Ewrûpa. Welaten dagirker tehemûla hebûna kurdan nakin, qetliame giran çêdikin. Li beramberî vê berxwedana Gelê kurd xurtir bûye, tenê li Rojava 11.000 Kurd di rêya wê doza de şehît ketin.

Faysal Sariyildiz Kurdên Anatoliya Navîn, 400 salen ji welat bi avakî hatine bi dûrxistin û dîsa jî nêrxen xwe hate roja îro parastine. Wek HDP, li Almanya xebatê xwe dimeşînîn û em ê bi hevre bixebitin. Ji Rêveberên nû re serkeftine dixwazim.

Hevseroke KCDK-E Yûksel Koç, di demekê dîrokî de PKAN Kongre xwe lidardixe. Bi hezaran kurdên Anatoliya Navîn li welatên Ewrûpa dijîn,lazimê salon tijî biba û zext û zorîye li ser kurdan li her alî bandor daye. Kurdên Anatoliya Navîn PKAN giranî bidin ser birêxistinbûne, we çawa 500 salî çand û hûnerê xwe parast, bi wê rihê bixebitin û kar bikin û Kongre we rêveberiya nû pîroz dikim.

Hasip Kaplan: Parlamentere HDP berê, kurdên Anatoliya Navîn ji sala 1970 de nasdikim, potansîyala we gelek mezine û wê hemerkî (sinerji) qenalîza nav kare xwe bikin. Pir tevlî festîval û civîne kurdên Anatoliya Navîn bûm, ji sekna we û parastina we yê ziman û çandî gelek kêfxweş im. Xwe birêxistin bikin, teşwîq kirina çand û hûnera kurdên Anatoliya Navîn fikrekî pir baş e.

Şivekar-Hasan Hûseyin Deveci, PKAN rêxistenê xwe klasîk dimeşîne, ez pir merak dikim hûn beşdarî festivale li welaten Ewrûpa dibin. Em kurdên Anatoliya Navîn, festîvale çand û hûnerê ava bikin û ji bo keç û xorten li Ewropa mezin dibin giringîye bidin ziman û çandî.

Ez dibînim bare we giran e, disa jî ji we dexwaz dikim Enstîtûyan ava bikin, ji ber ku dezgeh dozan pêş dixe.

XELAT DAYINA DI WARÊ WÊJÊ Û EDEBÎYATÊ DE

Wek PKAN’ê berê jî me weşandibû, Komîsyona Çand û Hûnerê ya Platforma Kurdên Anatoliye (PKAN) me dest bi pêşbirka wêjêyî kiribû.  Di Kongre de, xelata warê wêjê / edebîyatê were dayin.

Ji nav berhemên ku hatine,Komîsyona Çand û Hûnerê, du berhem hatin hilbijartin.

Seroke Komîsyona Çand û Hûnerê birêz Şoreş Reşî, armanca dayina xelata wiha şîrove kir.  Armanca PKAN’ê pêşanî, çand û hûnera kurdên Anatoliya Navîn bidin naskirin û bi pêşva bibin. Bi wê re beraber, însanên me teşwîq bikin.

Yekem XELATA PKAN Ê WÊJÊ YA 2019, romana ”Ê Li Dera Hanê”, birêz; Mistoyê HECO.

Dûyem XELATA PKAN Ê WÊJÊ YA 2019,Kurtê Çîroka ‘’DÎKÊ ÇAVBIRÇÎ’’, Birêz:Îbrahîm TOPAL

Romana Mistoyê Heco, ji hêla PKAN ve hate çap kirin û genhêşte destê xwendevana. Kurte Çîroka Ibrahim Topal li ber çape ye.

Beşdarvanan ji bo daxwazen PKAN’ê eleqayek mezin nîşan dan, nêrin û rexnê xwe anîn ziman.

Wek hevseroke PKAN ê ye nu: Gûnay Korkulu û Abdullah Kaya hatin hilbijartin.

Meclisa PKAN: 7 kes ji kota welatan hatibûn hilbijartin

Di Kongre de 12 endam hatin hilbijartin

Meclisa PKAN:  ji 21 kesan pêktê.

Kongre bi musik û stranên hûnermend Kerim Taşkiran bi dawî bû

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN

Kimler Neler Demiş?

avatar
  Subscribe  
Bildir