Kongra PKAN-Swed ya 2 emîn pêkhat!

0
419 views

 

PKAN-SWED KONGRE.                                                                                                                                                                         DEM: 31-ADARÊ 2019 GOTEBORG

 

 

Kongra PKAN-Swed ya 2 emîn pêkhat!

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-Swed kongra xwe ya 2 emîn li bajarê Goteborg’ê bi beşdarbûna 50 kesan pêkanî. PKAN-Swed kongre xwe ji bo berxedana Leyla Gûven bi nav kirin û bang li kurdan kirin ku xwedî li berxedana Leyla Gûven derkevin.

Ji bo serokatîyadîvane: Bedîa Bulduk Sarihan, Hasan Bozlak û Osman Kûçûkyildiz û ji bo rojêvgirtinê jî Ahmet Gezer û Alî Kazan hatin hilbijartin. Seroka dîvane Bedîa Bulduk Sarihan spasîya xwe ji bo endaman kir ku wan bawerîya xwe bi wan anîne û piştre derbasî rojevê bû.

Seroke Komîsyona birêxistinbûyîne Hasan Bozlak behsa rêxistine û gûhertinên rêznameyê kir. PKAN ji bo ku li hemberî bişaftine raweste (asîmîlasyone) hate damezrandin. Kurdên Anatoliya Navîn li hemberî gûhertin û pêşketina teknolojîyê pir û pir peşta mane. PKAN, di sala 2015 de hate damezrandin , li 5 welatê ewrûpa birêxistine , li 3 welata ji xwe bi rêxistin dike. Di heman demê de li welat jî Komkurd-AN hate avakirin lê piştî derbeya leşkerîye ji hêla devlete va hate girtin.

Hervserokê PKAN Kadir Çelîkjî anî ziman ku avakirina PKAN’ê weke şîyarkirina Kurdên Anatoliya Navîn e û parastina nirxên di nav Kurdên Anatoliya Navîn e. Di nav Kurdên Anatoliya Navîn de danûsandin kêm bûye hêlandin hêsantir bûye. Qetliema spî asîmîlasyone çand û hûner û zimane kurdî li herême ji hole rakirîye

Çelîk di berdewamiya axaftina xwe de got; PKAN bersiva zanyariya nasnameya netewa kurd bi xwe ye û li hemberî hêrişên nasname, çand û zimanê me ji xwe re kiriye armanc disekine. Hevseroke PKAN ‘ê Kadir Çelik wiha berdewam kir, Kurdên Anatoliya Navîn dixwazin bi nasnama xwe bijîn û xwe birêxistin bikin. Nûmune, Bakurê Kurdistane û Kurdên Rojeva bûn duvarek DAÎŞ ji hole rakirin. PKAN dikare bibe, bersiva koçberkirin ku di esasî de bêwelatîye. Devlet koçberîye dide pêş me Kurdên Anatoliya Navîn da ku em ji rastiya xwe bidûr bikevin.

Osman Kûçûkyildiz jî anî ziman ku Leyla Gûven jineke ji Kurdên Anatoliya Navîn e, li seranserê dunyê bi destpêka gireva birçîbûne dengveda. Wek Kurdên Anatoliya Navîn li Leyla Gûven xwûdî derketin êrk û wazîfa me yê. Xwe birêxistin kirin fikra birêz Abdullah Ocalane lazime ji bo xwe birêxistinkirinê PKAN were destek kirin.

Parêzer Abdullah Deveci jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê kurd di demên dîrokî re de derbas dibe, şerê li Suriyê li hemberî netewdevlet û desthêlatdarîya li ser jinê siyaseteke 40 salîye. Demokrasîya radîkal, sîstema hemogonya DAÎŞ ji nav wan derket. Şoreşa PKK , li Rojhêlata Navîn ewana têk birin, azadîya jine xwûdî li xwe derketine û deh hezar şehîd hena helbet bedel û qezenca vê jî giran bûn. Gireve birçîbûne, hevale jin xwe îşkence dikin lê tavîz nadin. Dixwazin bi tecrîte îrade me teslîm bigrin, li hemberî vê jî ku me role xwe bilîyîsta faşîzm lawaz dibû di hîngê jî gireva birçîbûnê hewce nedikir û întixarên fedakarîye jî nedibûn.

Ji hêla Endamê PKAN’ê Reşît Bulduk ve rapora çalakîye , rapora malîye hate xwendin û ji hêla delegeyan ve hate arêkirin. Mesaja tîma fûtbolê VästKurdê hate xwendin û daxwaze piştgirîyê ji PKAN hate xwestin.

Seroka divane Bedîa Bulduk Sarihan ku projeyek li bajarê Goteborg destpêkirine ji beşdarvanan re hate şîrove kirin. Navî proje , ‘’ ÊDî MA ZAROKEN ME NEYÊN KUŞTIN’’û proje li ser ciwanan e û anî zziman ku jîyana li Ewrûpa henek ciwanên me wenda dike. Lazime tiştek bê kirin , ji bo civîna dema pêş me peşnîyara bikin ku ji bo em zarokên xwe biparêzin û zarokên me neyên kuştin

Ji bo rêvebirên PKAN-Swed a nû: Hevserok Abdullah Devecî- Melîsa Kara, Kadir Çelik, Berîvan Durak , Osman Küçükyıldız, Ilyas Bulduk, Hasan Bozlak, Reşît Bulduk û Ali Kazan.

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN- SVERIGE (PKAN-Swed)

Kimler Neler Demiş?

avatar
  Subscribe  
Bildir