NIrxandinek li ser pirtûka bi navê”Hesina” / Şoreş Reşî

0
112 views

Bi rîya hevalê hêja Ahmed Gezer, pirtûka birêz Îdelî û Erdem a bi navê ”Hesina” ketê ber destên min. Spasîya wan dikim ku zahmet kirine û ji me re şandine.

Berî her tiştî dixwazim nivîskarên pirtûkê birêz Mehtap Îdelî û S. Erdem pîroz bikim ku pirtûkek bi vî rengî û bi Kurmancî nivîsîne. Mala we ava! Pêwîste pirtûkên bi vî rengî pir bin lê hinekê din bi hûri û kûrî bên lêkolîn kirin û serê xwe hinekê din bêşînin. Mirov naxwazê yekser morala gencên wek Îdelî xeraw bike lê hinek krîter jî gereg hebin û ji bo wê min biryar da ku nirxandinekê bi çûk bikim. Hinek kêmasîyan destnîşan bikim ku careka din hîn bi baldarî bên nivîsîn.

Lewra li ser dîrokê nivîsandin hinek zêde baldarîye dixwazê. Rast kirina şaşitîyên ku hatinî nivîsîn wext digre, bi xwe re şaşitiyên din tîne û karê mirovan zahmettir dike. Di pirtûka Hesina de hema di dest pê kêde wiha hatiyê nivîsîn: ”Ji  êla Reşiyan, eşîrên (milên) Omeran û Bilikan nêzî 1600 xane ji alî dewleta Osmaniyan ve hatine sirgun kirin û li qeza Esbkeşanê û qezayên sancaxa Qonya yê hatinê bi cîh kirin.” Di serî de gereg bê gotin ku navê `Reşi/yan` nivîsîn şaşê û gereg bibe Reşî. Ya din Reşî ne êlêke. Reşî federasyoneka êlan e. Ji ber wê ji `êla Reşîyan êla Omera û Bilikan`nabê. Qeza Esbkeşanê hatiyê nivîsîn, erê ew rastê, di wata esp û kişandina Kurmancî de ye lê gereg bi rû wê de navê Canbeg jî bihata nivîsîn. Lewra federasyon êla Canbegan ya kurd ew nav dayê ser navçê. Canbegan hespên bi cîns xwêdî dikirine û di cîhê bacê de hesp didanê Osmanîyan; ji bo wê ew nav lêkirine. Piştre Osmanîyan an tirkan di çerçeva şopa kurdan ji holê rakirine de, nav kirine Înevî an Cîhanbeylî. Di reqama (1) çavkanîyan de jî mirov çavkanîya nabîne. Gereg li jêra rûpelê bi yalê li cîhêkî din hatiyê nivîsîn û neyê fêhm kirin.

Di hema rûpelî de li jor navê êlê wek ”Cudikan” hatiyê nivîsîn lê li jêr ew buyê ”Cutkî” yanî du navên cudane. Mirov hewil bide ku navan di nava standartekê de binivîsê baştire. Dîsa navê êla bi nav û denga Sewêda/Sewêdî wek ”Qilorî” hatiyê nivîsîn. Berê ji min dîti bû ku hinek kesan bi vî awayî nivîsîn êlê şaşê. Lewra navê Qilorî ji qil-verme ya Tirkî tê. Tirkan di cîhê bacê de ji êlê filikê bizina xwestine û ji bo wê navê êlê kirine Qilorî. Ji ber wê pêwîstê nivîskarên dîrok dinivîsîn hewil bidin ku navê rast peyda bikin û binivîsîn. Heger hewce bêmirov şîrovê dike.

Nivîskar ji Îzady radigîhinin ku ”Caf Kurmancin”; lê Caf ne federasyoneka Kurmancî axifin. Ew Lekî/ Şêxbizinkî / Kurdakî diaxivin. Yanî zaraweyekî dine.

Tespîta ku li rojavayê Azerbeycanê gundên Bilika heyî rastê. Dîsa hebûna gundekî bi navê Balekan li  Rewandizê jî pir başê. Lewra kurdên îro li navênda Anatoliyê dijîn di du îstîqametan de hatine cîhê îro. Ew berê li Xorasanê bûn. Pişt sala 1180 an ew ji herêmê belav bûn. Bi zora tirk, afgan, moxol û yên din beşek ji Xorasanê hat Azerbeycan û beşek jî çûyê Kirman, Xuzîstan, Kuhê-Gîlû û Şehrîzor. Ji wir jî,dîsa her du mil (yên Xuzîstan di salên 1210-20) hatin Anatoliyê. Demêkê li Rewandizê jî manê û bi ereban re şerkirine. Ji ber wê ye ku gundê Bilikan li wan deran hene.

Di pirtûkê de hinek tarîxên îskan kirine hene ku cudane, mînak di rûpelê 9 an de bi cîh bûndi sala 1863 an de, di rûpelê 12 an de di sala 1848 an de hatiyê nivîsîn. Tarîx gereg zelal bê û heta ji dest mirov hat wek hev bin baştire. An bi xwandawan bidî fêhm kirin ku çiye. Di xarîtên hatinî çêkirin de hema hema tiştek nayê fêhm kirin. Mirov hinek serê xwe bêşînê baştire. Pirtûka yekêmînê, bê tecrûbetî heye, erê mirov fêhm dike lê weşanxana ku bi salan tecrûba xwe heyî û birêz Ateşê ku pêşgotin nivîsî gereg hinek alîkarî bikirana.

Kêmasîya din a ku min dîtî jî ew bû ku li ser rehmetî Faîk Candan tiştek nehatiye nivîsîn. Dizanim ku nivîskar hewil dayê, xwestiyê binivîsê lê ji ber hinek sedêman ew pêk nehatiye. Dîsa jî bi awayekî xwezayî çend gotin bihatana nivîsandin baştir bû.

Ji bo ku di beşa dîrokê de kêmasîyan ez cîddî di bînim min nivîsan din lê wekî din mala nivîskaran hezar carî ava bê ku ew pirtûk nivîsînê. Di nava pirtûkê de li ser gotinên pêşîyan, henek, çîrok, stranên şînê, dila û govendan, cureyên xwarinan, navê mirovan, cotkarî, damdarî, dawet û gelek beşêndinê civakê hatine nivîsin ku gelek baş, pêwîst û pozitîvin. Wêneyên di nava pirtûkê de hîn zêde bûya na baştir bû, bi taybetî jî wêneyên kevin an dîrokî.

Gereg xort û keçên me din, birêz Îdelî û Erdem ji xwe re mînak bigrin û li ser gundên xwe bi vî awayî binivîsîn. Min çend caran nivîsî bû ku em ji her gundekî pirtûkeka tarîhe, yeka henekan, yeka kilaman û yeka çîrok û bûyerên dîrokî derxin. Ew îmkan û kapasîta gencên me heye.Ya jî, çend xortên aşiqê van karan bigehêjin hevidû û wek grup kar bikin. Kesêk li ser ziman, yek li ser dîrokê, yek li ser beşên civakî û dînî lêkolînan bike û wan di nava berhemêke de kom bike.

Bi hêvîya pir berhemên zanistîyê.

Şoreş REŞÎ.

2019.11.21

Kimler Neler Demiş?

avatar
  Subscribe  
Bildir