PKAN’Ê Li GRAZ’Ê ŞEVEK LIDARXIST

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) ,25 şubatê li bajarê Avûstûrya Graz’ê şeva yekbûn û piştgirîya Kurdên Anatoliya Navîn lidarxistin.
Şev, ji hêla endamên Meclîsa PKAN- Avûstûrya Rêveberîyê PKAN Avusturya û Kurdên Anatoliya Navîn e ku li bajarê Graz’ê dijîn ve hate amede kirin.
Ji rêveberiya giştî ya PKAN’ê Almanya Hevserok Meliha Dogan, endamên Meclîsa Swissre Muzaffer Kuçukyildiz û Şevket Bakan beşdar bûn.
Şeva li Graz’ê , li Golden Event Center di seet 14:00 de destp kir. Tê ye tahmîn kirin nêzikî 500 mêvanan beşdarî şeva yekemîn ya li Graz’ê bûn.
Armanca lidarxistina vê şevê ji hêlekê de danasîna rêxistina PKAN’ê bû û ji hêla din ve jî bi amedekirine şevê li hev kombûna Kurdên Anatoliya Navîn bû.
Hevseroka PKAN’ê Meliha Dogan, axaftina xwe li ser avakirina PKAN’ê û giringîya birêxistinbûyîne kir. Hevseroka PKAN’ê Meliha Dogan , wiha pê de çû, “emê li nasnamê xwe, li ziman û çanda xwe xwêdî derkevin”. Hevserok Meliha Dogan, bang li Kurdên Anatoliya Navîn kir ku li PKAN’ê xwêdî derkevin da ku li nirx û rûmeta bav û kalan her wekî xwe bimîne û ji nifşên nû re jî weke mîraseke pîroz bihêle.
Endamê Meclîsa PKAN’ê Bulent Firinci li ser navê rêveberiya PKAN”ê ya Avûstûrya bixêrhatina mêvanan. Bulent Firinci, bi kurtasî avakirina PKAN’ê li Avûstûrya pênase kir û ji Kurdên Anatoliya Navîn, yên ku li Avûstûrya dijîn daxwaza kir ku piştgiriyê bidin rêxistina PKAN- A .
Endamê Meclîsa PKAN’ê yê rêveberiya Avûstûrya Bilal Şimşek jî axaftina xwe bi giştî li ser rewşa Kurdistanê kir û her wiha bikaranîna dîn û bandora we ya li ser cîvaka Kurdên Anadolu Navîn pênase kir.
Şeva li Graz’ê , bi beşdarbûna Hûnermendên Kurdên Anatoliya Navîn wek Hozan Sefin, Hawar Komo, Ömer Sarıkuş, Mustafa Güçlü, Mahmut Duman û Memo Navdar geş û serkeftî bû.
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN (PKAN)