Qêrîna Xalxalê/ Şoreş Reşî

0
44 views

Sê rê li ber Kurdên Xalxalê hene: Yek, bi sîstema dewletê re bibin yek. Du, bi her awayî teslîmî Tirkan bibin û asîmîlê bibin. Sê, teslîmî şîatîyeka hişk bibin.

 Şairê herêmê tenê Qewam Fethî ye. Herçiqas ketibe çala şîayetîyeke kûr jî hestên xwe neteweyî û qêrîna zimanê xwe di şiirên xwe de tînê ziman.

Xalxal bajarekî li bakurrojavaye Îranê ye; di navbera Urmiyê, Erdebîl, Reşt (Gîlan) ê de ye. Bajarekî tirknîşîn e, lê hinek Kurd jî lê dimînin. Kurd bi kêmanî ev 400 sal in ku li wir in. Xalxal bixwe bajarekî biçûk e û 50 hezar serhejmara xwe heye. Di nava bajêr de nêzikî 15 hezaran jî Kurd hene. Lê Kurdên li wir, di bin zêxta Tirkan de ne. Bi gotina xortekî ji bajêr: “Farisan gelek zêxt li ser Tirkan kirin, ew jî niha heyfa xwe ji me hiltînin!” Rewşa niha ev e! Kurdên Xalxalê li sê herêman dimînin. Koma mezin li bakûrê bajêr e û 15 kîlometreyan dûr in ji bajêr; li 18 gundan dimînin. Ji bajer 30 km ber bi Erdebîlê ve jî 4 gund hene lê mixabin asîmîlê bûne. Çar gund jî 80 km li başûrrojhilatê bajêr in.

Rêyên teslîmbûnê dane ber wan

Kurdên li wir, ji birayên xwe din dûr in û tekîlîya wan bi yên din re nîne; bi serê xwe, di cihana gundê xwe de bi Tirkan re rû bi rû ne. Ji ber wê, ji gelek tiştan mehrûm mane. Di serî de jî ji zanyariya neteweyî û mûzîka Kurdî. Ruhekî wan î zîndî heye, lê dema ji zanyarîya neteweyî û birayên xwe dûr bin, jiyana wan xwezayî ye û di qalikê xwe de ye. Ji bo wê, sê rê li ber wan hene: Yek, bi sîstema dewletê re bibin yek. Du, bi her awayî teslîmî Tirkan bibin û asîmîlê bibin. Sê, teslîmî şîatîyeka hişk bibin. Ya ku niha pêk tê jî ev xisûsa dawî ye. Di nava ve çerxê de ne, û hemî tiwana xwe didin wê yekê.

Esas, pirranîya wan jî dizane ka çi tehlûke li benda wan in, lê rêyekê nabînin ku jê derkevin. Mîna wî kesî ne ku ji yarekî de bikeve xwarê û li çiloyekî bigere ku pê xwe rizgar bike. Kurdên Xalxalê di ve rewşê de li benda alîkariyê û destê birayên xwe li welat in. Tiştekî zêde pêwîst nake, hinek alavên biçûk û rênîşandanek bes e.

Qewam Fetî ji kêm xwendeyan e

Li nava Kurdên Xalxalê xwende kêm in. Yek ji wan kesê xwende jî Qewam Fetî (64) ye. Li gundê xwe Lumbere xwendîie; ji bo ku dibistana jor li gund tineye, çûye bajêr. Li Tebrîzê du salan edebîyat, lîsans jî li Erdebîlê xwendiyê. Lîsansa bilind a mualimiyê jî li Meşhed, Qûm û Tebrîzê wergirtiye. Pirtûka bi navê “Înqîlamî Îşqê”, 1995´an de çap kiriyê û bi sê zimanan nivîsiyê, yanî bi Kurmancî, Farisî û Tirkî. Şairê herêmê tenê Qewam Fethî ye. Herçiqas ketibe çala şîayetîyeke kûr jî hestên xwe neteweyî û qêrîna zimanê xwe wiha tînê ziman:

Şiira banga li Kurmancan

Kurmancino!

Ji derdê Kurdan bêjim

Ji germî, ji serde Kurdan bêjim.

Ji mezinan girtî ta biçûkan

Ji av û kûlikan, kevir û kûçikan

Va şîîra Kurmancîyê

Çûnku îdeak nabîne ji qeyrî we qetî dike

Kurmanc eger nekîşînê qet zehmetî

Nabînê li zindegî rihetî.

Eger ji şûnê xwe nekin hereket

Ji ellah da ne ji me re bereket.

Derdê dilê me bêjim, esan bêjin

Zimanê çûn nîne asan, bêjim

Qedrê diravê xwe gereg bizanin

Çûqes deq li xercê dibê gereg bizanin

Çima dirav derket kefa me sazê

Kurmancî heyfe, gereg ji are nerî

Îstîdadê Kurmancan tiştek tune

Ferq nake ku va mêra ya ku jine

Her şûxilê ku pa bêbin dikarin

Bi ser merdû û azarîyê de narin

Ne ku dibimê çûnkû necîpzadane

Sûfre açik, nan bîdî, azadane

Kurmanc ji van nesîlana ay merhaba

ji doktor, mûhendîz û mûalîm

Fîzîkzan, kîmîzan, mûnecîm

Her ku çi îradê dikin, dikişin

Heyfê mêlin zar û zeç herin reqê din

Xêr dikişî ji me hem olada me

Qaîhed hîç nakîşînê dadê me

Sofre me li rûyê herkesî basê

Ehleqê me bi merdûm re demsadê

Qeyretê Kurmancî kar kir li min

Wunda kirin eslê xwe bar kir ji min

Ez kûrê Bedre Îslamê me

Fethî me, nokerê xwedê qetî me!

Pirtûka Qewam Fethî ya dûyemîn jî helbestên olî pêk tê û bi navê “Hêstirê Çavê” ye ku sala 2018´an hatiyê çapkirin. Ev helbesta li jêr ji ber wê hatiye girtin:

Tu asara min î

Were şevitîm!

Were şevitîm, ji qemê îşqa te ey yarrr, were!

Agirê vî dilê min belkî bikî sar, were!

Carekê ket bîra min, sed car ez dimirime

Rehma te bê bi min ey yar, tu her car were!

Bejê bimir, ya ku bimîn, bejim ser çavê min

Were ma qûrbane te bê va heykelê min î jar, were!

Kulaxê min î li ser te, kengê bibîzim sesê te

Li xewê xweş jî bim ez, min bike dîdar, were!

Fethî asara xwe tune, tu yî asara min î

Tu nebî, tune ji wî bizanî asar, were!

Kimler Neler Demiş?

avatar
  Subscribe  
Bildir