Rexnegiriya wêjeyê.. / Kadîr Çelîk

0
191 views
OLYMPUS DIGITAL CAMERA

Rexnegiriya wêjeyê.. / Kadîr Çelîk

Rexnegi riya wêjeyê, nirxandinên berfireh in ku lêhûrbûn û lêkolîna pirs û pirsgirêkên wêjeyê ji xwe re dike armanc. Di xebat û tevgerîna xwe de felsefe, şayesandin (teswîr kirin) û nirxandinê weke bingêh hildigre. Rexneya felsefî di çerçeweya teoriya estetîzmê de li berhemên wêjeyî dinêre û li çawabûn û li taybetmendiyên edebî û hunerî ku berhemekê dikin “berhemeke wêjeyî” digere. Rexnegeriya wêjeyî her wiha form û taybetmendiyên wateyî jî weke pîvanên esasî li ber çavan digre û li gor wan pîvanan berheman dinirxîne.

Li Roma û Yêwnan a kevin, di diyalogên Platon de, meriv pêrgî dîtinên felsefî yên di derbarî seng û şayana û taybetmendiyên edebî de tê. Li gor Platon cîhana maddî ne rastiyeke, li gorî wî cîhan tenê wêne û xuyan e ke. Dîsa li gor Platon hunermend tenê bi cîhana hestan û îdealên xwe re mijûl dibin. Platon hunerê weke teqlîdkirina cîhanê dipejêrîne û helbestvanan jî weke kesên kopîkêş bi nav dike û bi ya wî helbestvan mirovan ji rastiyê bidûr dixin. Û lewma Platon di cîhana xwe ya îdeal de cîh nade helbestvanan.

Dema peyva “rexne” tê ser zimanan di serê gelek mirovan de yekser wêneyên di derbarî “biçûkkirin” “biçûkxistin” “bêrumetkirin” “dujminatî-hesûdî” de dafirin. Dibe ku gelek kes rexneyê ji bo van armancên neyînî bikar tînin û lewma jî gelek kes rexneyê weke taybetmendiyeke êşandinê fêhm dikin. Û bê guman pir caran em hemî jî bûne şahid ku rexne him şaş hatiye bikar anîn û lewma jî şaş hatiye fêhm kirin.

Em dikarin bêjin ji ber van taybetmendiyan jî gelek kes ji objektîfbûnê û ji rastgotinê dirêxiyane û hewl dane ke dilê kesî neşikênin lê belê pê re jî bejna rexnegeriyê daxistine. Ev rastî gelek caran di jiyana me ya rojane de derdikeve pêşiya me, di têkiliyên siyasî, yên çandî, cîvakî hunerî û edebî de jî her wekî xwe ye. Îro gelek pirtûk, kovar, rojname û tora çapemeniya cîvakî, ji mînakên taybetmendiya me li jor anî ziman tije ye.

Rexne, kêmasî, neyînî û şaşitiya xebatên edebî zelal dike lê belê ne karê rexneyê ku kêmasiyan temam bike, bejna berhemekê, nîvîskarekê/nîvîskarekî an jî hunermendan bilind bike an jî rê ji wan re nîşan bide.

Rexne li gor ferhengê tê wateya “sinarîn, jihev derxistin, hûrnêrîn û dahûrandinê” û rexne di xwe de çi wateyeke neyînî nahewîne. Her çiqas rexne pir caran di peyam û nirxandina xwe de encamên neyînî raber bike jî lê di rastiyê de armanca rexneyê her dem pêşvebirin û guncavkirin e. Ji ber ku armanca rexnegir ya sereke mijar an jî berhemekê bi dorfirehî li ber çavan girtin û destnîşankirina çewtî, şaşî û kêmasiyan e da ku berhem an jî mijar baştir bê fehmkirin û di dawiyê de ev xebat an jî berhem wateya ku ji xwe re kiriye armanc werbigre.

Êrka rexnegir ya sereke jî ji xwe eve. Mijar an jî xebata ku daye ber xwe ji gelek aliyan ve dinirxîne, taybetmendiyên ku tê de pêwîst-nepêwîst, bihêz an jî lawaz in derdixe pêş û bi vî hawî jî, rê li ber vedike ku him mijar-berhem baştir bê fêhmkirin û him jî xwendevan baş tê bigihên.

Rexnegir di heman demê de rênîşandêr e. Mijar an jî berhema ku li ser radiweste ber bi rastiyê ve dibe, di warê baweriya giştî de, wergirtina heman tahmê de rêzan û rêber e. Lêwma êrka rexnegirên ku li ser berhemeka hunerî an jî hunermendan radiwestin gelek girîng û mezin e.

Di rexneyên vî warî de rexnegir him ji bo cîvakê û him jî ji bo hunermend û nîvîskaran piştbazên mezin in lewra ji hêlekê de di derbarî kêmasî û şaşiyan de rê didin ber hunermed û nîvîskaran û ji hêla din ve di warê bedewî û narîniya huner û wêjeyê de zanyarî didin cîvakê û wê agahdar dikin. Cîvakê di warê hezkirina xwendin û hunerê de agahdar dikin û di navbera hunermend-nîvîskar û cîvakê de dibin pirên gelek girîng.

Di cîhana rexnegiriya wêjeyî de mijarên herî sereke, rexneya li ser huner, hunermend û ya li ser berheman e. Lewma meriv dikare bêje ku rexnegir jî di heman demê de hunermend in ji ber ku nirxandinên wan jî dibin mijarên xwendinê ji hêla xwendevanan ve. Ji ber wê di navbera rexnegir û berhem û nivîskaran de girêdaneke gelek bi hêz heye.

Lê belê ji nuh ve afirandina berhemekê ne karê rexnegir e, karê rexnegir berhema ku heye ji her alî ve nirxandin e û pê re jî ji bo xwendevanan nasandina him berhemê û him jî nivîskar e. Lewma him êrk û him jî berpirsiyariya rexnegir gelekî girîng û mezin e.

Divê rexnegir berî her tiştî ne alîgir be û di xebata xwe de gelekî zelal be. Rexnegirên ku bi pîvanên şexsî tevdigerin, yên pîşkar û xwedî pêşdarazî tu carî nikarin xebateke zelal û bê teref bafirînin. Ji xwe xebateke di bin siya terefgîrî û pêşdarazî û biçûkxistinê de bê meşandin dê tu caran nebe xebateke xwedî nirx û qîmeta wêjeyî.

Dem: 27-07-2019

Kadîr Çelîk

 

Kimler Neler Demiş?

avatar
  Subscribe  
Bildir