Şîna li ser Hemîde Kaya / Esîn Akgûl Gûneş

0
540 views

Were mere hevalê were mere

Hefteka nizanî herdêk lê raketî kudere

Timê ban dike tawê etê min di hemêza xweke eyamî pirî sare

Min tim go berxwedan jiyane

Lê westiyame nema ne zar û zimane

Min nizanî canî minî li hemane

Bi xatirê we nema tû zemane

Dinê îro çinga sare

Min hûn bernadidan tu care

Min nehiştin tû derman û tixtore

Heqî xwe helal kin bên ew hêdi venagere

Ji min nayê welle ji min naye

Solixê vemirê dengî jê dernaye

Tuyê time bi hesreta wêyî

Hura daka teyê li benda teye

Bêhna minê hura pire tenge

Rêhevalê mayê bê denge

Di rûyê tede ne mayê tu renge

Tev weşîyane birû û bijange

Rawe derenge Parêzerê rawe derenge

Hevalê teyê li benda tene neheqê li wan meke

Xwedêkê çavê xwe zûke veke

Şevê reşe bi îşqa xwe ronîke

Rêhevala minê pire bi qîrete

Yê bi derdî girane derdekî mêrate

Di minde nema derman û teqeta

Va nixaşiya pire bi zehmete

We tim go tuyê canî

Te serê xayî hura ji abedêra danî

Li ser min hatin heve diwar û xanî

Min af kin, min bi vî derdî nikanî

Serî xwe rake berê xwe berve minke

Çavê xwe mede hev cakê veke

Hîn zû ye xudêkê ecele meke

Rawe xwe bixemilîne qêpi li min veke

Li ser banî li ser banî

Tev miçiqîn hura kanî

Min mirina te qebûl nekir

Ji ber ku tuyê hîna pir canî

Hura çi roka nexweşe

Hevalê ramedî şarê serê reşe

Pire bi aqile tiji heşe

Sawê azadiyê xwe tima serkêşe

Hura tev bilorînin

Hêrsa dilê xwe tev dînin

Xudêkê Hamide vê sermê di herdê megînin

Da rawin di dorê Kevin xêtir jê bistînin

Hevalê diqefile pira sare

Tim digo ate de bese ware

Daka tê te qewûl nake

Tawê me ji te re zû ye bi şunde vegere…

Pir xemgînim… oxir be rêheval oxir be Hamîde ya delalî

TEILEN
Önceki İçerikSersaxî!
Sonraki İçerikPKAN TV Canlı Yayın!

Kimler Neler Demiş?

avatar
  Subscribe  
Bildir