Şoreş Reşî Pirtûka xwe yê dêhemîn (10) derket!

0
1.250 views

Şoreş Reşî, pirtûka xwe yê dêhemîn li ser Eşîra (êla)  Sewêdan / sewêdo/ sewêdiya. Pirtûk lêkolînekê ku dîroka êla Sewêdan derdexê holê.

Heja gotine ye, Sewêdî li nav Kurdên Anatolien Navîn li bajarê Aksaray û Konya yê dijîn.

Şoreş Reşî li ser pirtûka xwe yê dêhemîn wiha dibêja : Ez kefxweşim ku rûpelekî din î dîroka kurd hatê ser kaxizê û qet nebê di wî beşî de bingehek hate avitin. Hêvîdarim ew a ji dîrokzan û lêkolînêrên dema pêş re bibe alîkar ku dîroka kurd bi gîştî û hûrî derkevê holê. Di nav de gelek wêne û xarîtên bi ve êlê re eleqeder hene.

Pirtûk ji hêla weşanxanê Ar ve hate çap kirin û pirtûk ji 200 rûpelan e.

Berhemên Şoreş Reşî ku heta niha hatine çap kirin :

  1. Palme, PKK ve Gladio (lêkolîn-tirkî)
  2. Ji Anatoliya Navîn Serpêhatîyên Dîrokî (lêkolîn)
  3. Dîroka Kurdên Koçber – I (lêkolîn)
  4. Dîroka Kurdên Koçber–II (lêkolîn)
  5. Hawar (Roman)
  6. Yaranî (Pêkenok)
  7. Dîroka Êla Sêvikan (lêkolîn)
  8. Stran û Awazên Ji Anatoliya Navîn (lêkolîn)
  9. Heco (Lêkolîn Roman)
  10. Dîroka Êla Sewêdan (lêkolîn)

Kimler Neler Demiş?

avatar
  Subscribe  
Bildir