Bariş Çakan , ji ber ku muzîka kurdî guhdarî dikir hate kuştin!

Xortê ciwan, Bariş Çakanê 20 salî, ji ber ku muzîka Kurdî guhdar dikir, li taxa Alsancakê a qezaya Etîmesgutê a Enqerê hate kuştin.

Li gorî ku malbata Bariş Çakan bahs dike, Barış ji bo ku bi hevalên xwe re li parkeke rûnin ji mal derdikeve û li rê muzîka kurdî guhdar dike û ji ber ve jî rastî erîşa bi kêr a sê kesan tê. Di encama erîşê de Bariş ji dilê xwe birîndar dibe û li şûna bûyerê jiyana xwe ji dest dide.

Yên ku êrîşî Bariş Çakan û havelên wî kirine, ji Yozgat, Kirikkale û Tokatê ne, piştî bûyerê hatine der destkirin.

Malbata Bariş Çakanê, ji Patnos Agiriyê ye.

Bûyerên bi vî awayî, bê guman, ji ber politikayên hikumeta AKP û MHP’ê ên faşist û nijadperest diqewimin.

Wek PKAN, em bûyerê lanet dikin û dexwaz dikin devlet dev ji polîtîkayên bend bendî kirina civakê berde.

Mirovekî ji ber ziman, dîn, nijad û hwd kuştin, suçekî li dij mirovahîyê ye. Em dixwazin her 3 kesên ku Bariş qetil kirine bi vî suçî bên darêzandin.