Dengir Mîr Mehmet Firat jiyana xwe dest da!

Dengi Mîr Mehmet Firat , çend salin bi nexwaşîya kûlapîs (pênçeserî ,qanserê) ketibû û di nexweşxana Bayindir Tip a Enqere de jiyana xwe ji dest da. Firat, 76 salî bû ,ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqere yê mezûn bû , parêzerî û cotkarî dikir.

Çend biranîn û gotinên Dengir Mîr Mehmet Firat. Cara peşîye li Enqere, di damezrandina  KONKURD-AN , Komela kurdên Anatoliya Navîn û Ela Reşîya wiha dida danenasandin.

Dengir Mîr Mehmet Firat , digot cara yekem ez hatim şîneka li gunde Omera , wexta ku ez runiştim min li dor alîye xwe mêzekir û min bi xwe û bi xwe got ezê hatime nav Elê ( aşîreta xwe). Mina ku ezê li Kalikê ya Semsûrê rûniştî me.

Dengir Mîr Mehmet Firat, hekata dûdiya jî li ser zimanê kurdî got, dema ku ezê li Enqere xwendekar bûm. Li Enqere , min gotineka Serokkomare Tirkîyê vê demê  di pankartekê de dît û wiha nivîsandibû: We li kuderê kesekê bi kurdî diaxife dît tûkin(difê) rûyê wê bikin. Ev heqerata li ser zimanê kurdî zora min çûyê bû,ez vegerim ba hevale xwe û min got kurdî bi min hûkirin bidin. Hevalen min gotin xêra û çirbû? Min got, ez dixwazim ma tûkê rûyê min jî bikin.

Dengir Mîr Mehmet Firat, dema ku rehmatî Murat Bozlak li Adane xebaten hilbijartinê dimeşîne xwe digêhinî û alîkarîye dide. Ji kurdên li Adane re wiha dibêje, birêz Murat Bozlak ji Êla/ Eşîra min. Piştî vê gotina di reyê rehmatî Murat Bozlak de penç hezar ferq dibe.

Wek Platforma Kurdên Anatoliya Navîn û kurdên Anatoliya Navîn bi vefata Dengir Mîr Mehmet Firat pir êşîyan.

Di serê de serê malbate û serê Gelê Kurd saxbe. Cihe rehmatê bihûşt be û Xwedê bi rehma xwe şa bike.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)