Mustafa Kizilkaya, pirtûka xwe helbesta ya yekemin bi nave GA WESTÎYAN derket.
Mustafa Kizilkaya, pirtûka xwe ya Helbestê bi zimanekê bi team û zelal nivîsîye. Dema ku mirov helbestê Mustafa Kizilkaya dixwûne reng û dengê Kurdên Anatoliya têde dibîne û vedigere ser jîyana bav û bapîra .
Ji Kurdên Anatolya Navîn re Ga westîyan jî dihat gotin. Beşek Kurd, anjî hen Kurd wextêk te got ez ji Kurdên Anatolye me. Digotin hûn Ga Westîyan e.
Ga xwe westîyane ji ber vê li Anatolyê Navîn bi cîh û war bûne, loma bi Kurdên Anatolya re diben GA Westîya. Mustafa Kizilkaya jî nave pirtûka xwê helbestê Ga Westîyan li ne ye.
Mustafa Kizilkaya bi helbestê xwe di nav Kurdên Anatolye de tê naskirin, gelek helbestên wî di kovarên wekî Bîrnebûn û Vegerê de hatin weşandin.
Ga Westîyan yekem berhema Mustafa Kizilkaya ye ku hate çapkirin.
Ga Westîyan , ji hêla waşenxanê Weşanên Deng Stenbol 2016 hatê çapkirin û pirtûk 80 rûpele.
Mustafa Kizilkaya , ji Kurdên Anatolya ye , ji gunde Incove ye giredayê Cihanbeyli Konya.
Ji helbesta Ga Westîyan çend rêz
Em xwedî mal û star bûn
Bi erd û tapan bûn
Bi dest û mistên xwe
Li ser axa xwe bûn.
Berê me dan welatê Romê
Derd kete nav komê ,derd
Me ji serê girekî ajote girekî
Kal û pîr, zar û zêç dimirin
Me li şûna xwe hiştin bi girîkî
Axîna me bû li ser her mirikî.
Her birayek li serê girekî
Bûn xwêdiyê gundekî
Yek bû Bilikî û Sêvikî
Yek jî Cêlikî û Têrikî
Çemê Têrika û Samsamê
Pismam dil kete dotmamê
Ji bo evîna dilê xwe
Revand û bir Êrgomê.