Îro Destpêka Biharê / Ahmed Gezer

Îro 13. Adarê , gorî salnamê / takvimê kurdî destpêka bihare yê.

Li cem Kurdên Anatoliya Navîn, gor takvimê berê , xwedîyên pez ,nêzikî 5 meha pezê xwe li gundan di goman de bi xwedî dikirin.

Xwedîyê pez şivan radêgirtin û wî jî di 13. Adarê de dest bi şivantîye pez dikir.

Şeş mehê şivanan, ji destpêka biharê 13. Adarê de hetanî dawîya havîne 13 di êlûne bû.

Şivana sê mehe payizê jî radêgirin , hetanêk berf li erdê dikeve pez diçêrînin.

Di wextekê de, di nav Kurdên Anatoliya Navîn de xwedîkirina pez pir bi qîmet bû û gorî wî, şivantî jî pîşeyek pir bi nirx bû.

Dewran hate guhertin, xwedîkirina pez giran û biha bû, êndin pir kêm kes pez bi xwedîdike.
Bila ew ji bo ciwanên ku wê demê neditîne anjî nejiyane bibe agahdarî.