Kurdên Anatoli ya Navîn / Haci Akman

Haci Akman

Welat (mal): Anatolia navîn

 

Bi se gotinen peşiyên cihûyan dest pê dikir.

 

  • Bawarî: Bi çi bawer dikî?
  • Civakî: Em ji kuderê ne?
  • Nasname: Tu kî yî?

 

Nifşa nû ku bi nasname ya nû ya kurdî, pirsên ’ez kî/kê me,’ ’ez niha ber bi kû ve diçim?’ û zêdetir bi bihûşta wenda WELAT ve mijûl in wê serbikev e.

  • Sûd û behreyên diaspora (hîn li dîrok û çirokên cûrbecûr biner e)
  • Ji teknolojiyen diasporayê sûd wergirtin
  • Berhemên çandî (kovar, weşan û ragihandin)
  • Kesayetên peşar (politik)

 

Mal û warê me ji bo nasnamê biwate ye.

  • Her wiha ji bo kurdan li diasporayê li ser axên kesên din domandina çanda xwe ya kurdî tiştekî asayi ye.
  • An jî mirov dikare bêje kurd ji bêwarî û bemalî xweyî mal û warbûyinê fêrbûn e. Ez wisa bawerim ku ev di bînahiya dil û laşê gelek kurdan de bi cih buye.
  • Hizrê malûwar zêdetir bi hestên li mal û warê xwe bûnê ve girêdayi ye.
  • Li malên kesên din jiyîn? Xwe tu car di ewlehiyê de nedîtin? pirsgirêkek bêser û bêbin e.

 

Tengasé ya nasnameya (dualî)

 

  • Nasnameya duall mijarek gelek aloz e û ev ji bo gelek yên ku li anatoliya navîn mezinbûne dilemayek e.
  • Mînak; ev kurdên me dê xwe li goriya civakên biyaniyên curbecur biguncînin û her wiha dê xwe li goriya kurden ji parçeyên din yê Kurdistanê (Tirkiyê, İran, Iraq û Suriyê) jî biguncîn in.
  • Ango kesayet divê li dijî xwe bixwe têkoşînêk bide ku bibe parçeyêk ji civaka kurdî.
  • Evyek ji her kurdêk gelek vîn û hewildanek pewist dike (bitaybet danûstandin)

Gelek caran li Denmerk, Swisre og Elmanya yê tevî semînar yên derbarê kurdên li Anatolî ya Navîn bi cîh bûn e, bûm. Bi sedan salan ev kurdên me, ji welatê xwe ’ji Kurdistanê’ dûr ketin e. Ji ber vê yekê bi coş û keyfxweşî min xwest bi parvekirin ya zanyarî û ezmûnên xwe ve piştevani ya vê civînê bikim. Beriya ku semînêr dest pê bike ez kemêkê bişik û gûman bûm. Sedema destpêkê; ez ê bi şêweyekê herî baş û bi danûstandinekê baş peyama xwe ya herî girîng bi çi awayî bikarbim pêşkeşî we bik im. Sedema din jî ziman bû. Min xwest gotara xwe bi kurdî û bizarawe ya ku ez birojane bikartînim pêşkeş bikim. Heman demî gelek hizrên min yên wekê ku yên kurdî nizanin biaxivin an jî bi kurdiyekê bi bandor û piştgiriya tirki ve diaxivin hebûn. Dîsa jî her çend zor û zehmet be jî, dixwazim bi we re gotubej û danûstandineke ji dil bikim.

Mijara min ya serekî yên van semîneran, mîrata çanda kurdî û bi rê ya dîrokî ew bi çi awayî hatine dizîn û talankirinê ye. Min dît ku beşdarvan gelek bi baldar bûn, lê belê pirsên herî zêde li ser nasnama xwe bi xwe bûn.

’Ez kê/kî me? Ji ku de re me? Ji ber çi em ew çend ji Kurdistanê dûr dijîn?

Pirs ev e;

Çawa mirov dikare li cihêkê ji welêt gelek dûr û bê kû were bişaftin bijî, ji bo ku nasnama xwe ya kurdî biparêz in çi mekanizmayên çandî hatine bikaranîn? Gelek kes li hevî ya ku ez wekê lekolînerekî li zanko ya Bergen ê, bersiva van pirsan bid im. Ya herî girîng ew bû ku ji bo gelek beşdarvanan Kurdistan wekê utopiyayekê ku hemû bitêhnî dabûn dû. Kesên derûdorên wan ji bo ku rewşa xwe reva bikin di navbera pêşeroj og paşerojê de diçûn û dihat in. Bi vê awayî dibe ku hîn bersiv werin bidestxistin, lê belê çûnûhatinên bi vê şêweyî dikare bibe sedemê bêewleyî û xumamiyê.

Ya herî zêde ku bala min kişand bi çi awayî kurdên Anatolia Navîn rexmê ku ji welatê xwe yê bav û kalan ewçend dûr bûn dikarîn nirxên kurdeyatî wekî fundamentek biparêz in. Her çendî ev ji civaka mezin were veşartin jî, serfirazî ya ji kokên xwe bêgûman di mezinbûn û gihandinê de hestên ewleyî xurt kir. Her çiqas ez bi tevlîbûna bi van

Sherefname: Diroka esireti kurda.(Sal:Nabare 1500 u 1600)

ferî gelek tiştan bûm jî, ji dil

dixwazim zanebuna xwe di derbarê kurden Anatoli ya Navîn hîn zêdetir pêş bixim. Wekê Kurd koka me yek e, le dîsa jî zanebûna me di derbarê hevûdu de kêm e.

Kurdên Anatoli ya Navîn ji parçebûnêkê ji parçebûyîna di navbera çar dewletan e. Wexta ku mirov li demografî û tipologî ya erdî dinêre dibê qêy şaxêkê ji darê xwe hatiyê jêkirin. Ev pekhatiyê aloz ya ji heman kokê hatî, yek ji pekhatinên giring e. Nebûna referansên dîrokî bûye sedema ku kes nizane an jî nayê bira kesî ku ev babik/eşîret yên Anatoliya Navîn çawa li wir bi cîh bûne. Ev xal prosesekê kûr û dirêj e ku pewistî bi lêkolînê ye. Ev kurden me li Kurdistanê mezin nebûn e û gelek ji wan nizanin Kurdistan kuder e. Ango ev weke kû li mala xwe nexweyî nexşe ya kurdistanê bî. Jibilî vê nasnama xwe bi heremên ku li wir dijîn ve binav dik in. Wekê mînak ’kurdên Konya yê’ an jî ’kurdên Ankara’ an jî ’kurdên Kirşehîrê’. Kurdistan wekê ’avahiyek mental’ an jî ’utopî’ divê ji nû ve were revakirin. Nasnameyekê wisa dual gelek aloz e, û ev ji bo gelekî kurdan kû yên ji derveyê vê heremêne jî dîlamayek e. Nasnamayekê dual him ji bo gelek kesên ku li vê heremê dijîn û divê kû xwe li goriya civaka tirk biguncinên (ku li wir cih ji bo kurdbûnê kêm e an jî qet nîne) him jî ji heviyên kurdên kurdistanê re pirsgirêkekî ye. Ev yek, di vê  warê de ji her kurdekê gelek ked û kar pewist dike. Ev nasname ya parçebûyî ji bo gelek kurdên Anatoli ya Navîn hîn bêbersiv e.

  • Ez kê/kî me’ û ’niha ez bi ku ve diçim?
  • Çima ez li vir im?
  • Dîtîna koka xwe
  • Xwe çawa reva dike ?
  • Xwe cuda dîtin? Li goriya kesên din.
  • Parastina nasnameyê
  • Zanistiya veşartî
  • WELAT ? Xwen û Welatè piroz

Encamên parçebuyînê, talan û dizînê bi şeweyên curbecur li ser gel bandora xwe heye, him li ser Anatoli ya Navîn him jî bi giştî li ser Kurdistanê.

 

Parçebûn:

Sal 1071

Sal 1639

Sal 1923

Kurden li Anatoli ya Navîn beşêk ji parçebuyînê ye.

 

Encamên Parçebuyînê?

  • Dabeşbûna erdnîgarî
  • Dabeşbûna dîrokî
  • Çand
  • Folklor
  • Ol
  • Ziman

Ji lekolanên min ya li ser mîrata çanda kurdî dixwazim minakek li ser çawa mîrata me ya çanda kurdî û dîroka me hatiye dizîn û şelandin, bidim.

Di sala 2014 de ji bo dîtina Şerefname ku di sala 1543 – 1603 de ji aliyê Şerefxan ve hatiye nivisîn û li ser dîroka koken curbecur yên kurdan, têkilî bi pirtûkxane yê Britanya yê re kir.

(Under dette navnet er han registrert på British Library).

Svaret fra kuratoren lød slik: (Bersiva ji gerînende yê bi vî awayî bû;)

”It is doubtful whether the original manuscript of Sharaf Khan’s Sharafnamah exists anywhere. The Library has four copies, none of which date from any time close to the author’s lifetime, which is undated but probably early 19th century”(Dr. Muhammed Isa Waley, kurator  persian and Turkish collection).

Ev eserê Şerefxan di bin berhevok yên farisan û tirkan de hatiye sinefandin, ev mînak diroka kurdan bi çi awayî ji bo kesên din ve tê binavkirin nîşan dide. Bi şêwe yên curbecur nerihetkirin ya mirata çanda kurdî û bi tiştên nerast ve xwe girêdan  yek ji mînakên ji encamên ne xweyî dîrok an jî referansên hevbeş û pêşerojê ye. İnkar parastin û peytandin ya çanda mirata kurdî zehmet dike û ji ber vê sedemê, ev yek ji proses yên polîtîka yê bişaftinê ye. Zordar hewildidin ku nexwendawari ya çandî ava bikin, wekê resmên parçebûyî, ku nirxên bindestan tîne bîr. Kerrbûn û korbûna çandî ku li gerdûnê (cîhanê) ji cihêkê ne cihê xwe bixwe ye dinêre.

Kurdên Anatoli ya Navîn li hember bişaftinê û hemû metodên zordesti yên zordestan li dijî gelê kurd li ber xwe didin û zordest nikarin ew ’nexşe ya kudî’ paqij bikin. Her wiha ew karîn mîrata çanda kurdî ji nifşa nû re bigihên in. Bi peyvek din, kurden Anatoli ya Navîn ji erdnigar ya xwe ji ’Welat’ çûn lê ne ji xwe çûn. Ew bi strateji yên curbecur xweyî li mîrata xwe derketin û ew parast in;

  • Jinên kurd di prastin ya ziman û nirxên kurdî de piştgiriyêk mezin dan û her wiha li dijî bişaftinê rolekê girîng leyîst in.
  • Veguhastin ya devkî (çirok, serpêhatî û vegotin)
  • Stran
  • Jûr/odê gund: Cihê kombûnê ji bo mêran ku li wir guftûgo têne kirin, çîrok, serpêhatî û stran tenê gotin.
  • MED – TV di van sal yên dawî de rolekê bi bandor li hember bişaftinê leyîst.
  • Kovara BİRNEBÛN lêkolanan kir û gelek dokument yên binirx û girîng li ser kurdên Anatoli ya Navîn berhev kir.