Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-Almanya Kongre xwe 2 emîn li bajarê Wuppertalê bi beşdarbûna 80 kesan pêkanîn. PKAN-Almanya Kongre xwe ji bo berxedana Leyla Gûven bi nav kirin û bang li kurdan kirin ku xwûdî li berxedana Leyla Gûven derkevin.
Hevseroka KNK Nûlifer Koç Kongra PKAN-Almanya pîroz kir, Kongra we di rewşeka pir awarte de pêktê , ji bo vê jî Kongra we giring dibînin. Li welatê me Kurdan berxedanek heyê, ê ku pêşengîya wê berxedana dike Kurdeka ji Anadolê Navîn e û ew jî Leyla Gûven e. li Tirkîye, faşîzma AKP-MHP berdewame, di rewşeka wiha de li Tirkîye ji bo kurdiyatî pelê daran jî nalivîn. Jineka ji Kurdên Anatoliya Navîn ji bo ku tecrîta li ser Reberê Gel Kurd birêz Abdullah Ocalan bişkêne bedena xwe dike birçîbûne. Cara peşîye jineka Kurd çalakîyeke bi vê avayê pêktîne, di dîroka berxedana kurdan de pêleka nû vekir, bi irade xwe ya sîvîl û bi keseyetîya xwe greva birçîbûne dest pêkir.
Hevserokên PKAN-Almanya yê berê Meliha Dogan û Aygûn Akdogan damizrandina PKAN û kar û xebatê Almanyayê heta roja îro ji delegan re şîrove kirin. Rapor hatin xwendin , nirxandin hatin kirin û pişt re jî derbasî hilbijartêna bûn. Ji bo Meclîsa PKAN-Almanya 25 kes hatin hilbijartin. Hevseroke PKAN-Almanya Cengiz Binyil bi yekbûne hate hilbijartin. Hevseroka jin jî, piştî civîna Komîsyona jinan be diyar kirin.
Di Kongre de, berxedan û dexwaze Leyla Gûven dexwaze PKAN û Kurdên Anatoliya Navîn’ên jî. Serkeftina Leyla Gûven serkeftina me kurdan ne. PKAN-Almanya biryar girt ji bo Hilbijartêne 31 adarê Komisyonekê ava bikin. Kongre bi mûzîkên Ali Mahir Abdik û Messer Azad bi dawî bû.
PKAN-Almanya