Rojî Girtin / Bilal Dilovan

Rojî hem ji bo veguherîna kesayetî û hem jî ji bo veguherîna civakî derfetek e.

 

Jîyan ewqas zû derbas dibe ku berê em zarok û ciwan, îro kal û sibe êdî namînin.

 

Ê tenek xwelî bavejin ser me û kevirekî bidin ber balgîyê me. Tenê navê me û roja ji dayîkbûne û roja mirinê a li ser were nivîsandin.

 

Dem diqede, ne mimkûn e ku daweste.

 

Lê meri, mînak her sibê bi hêviyek ji nû ve ji dayik bibe, her kes rola xwe ya ku jê re hatiye dayîn dilîze.  Malbat, mirovên ku hûn pê ve girêdayî ne, jiyanek rûtîn ku her kes karê xwe dike, herî kêm heşt an deh saetan dixebite û vedigere mala xwe.

 

Di vê jiyana rûtîn de, tişta ku em herî kêm jê re eleqedar dibin û qîmetê nadin tenduristiya me yê laşî û derûnî ye.  Ya ku herî zêde bandorê li tenduristiya mirovan dike xûyê me yê rojane .  Qehwe, çay, xwarinên bi rûn û nekirina sporê, qalîteya jiyana me digihîne asta herî nizm.

 

Ji aliyê din ve, hewcedarî ye ku meriv behsa xûyê ku bandorê li tenduristiya me yên derûnî dikin jî bikin. Medyayê sosyal, têlefonên biaqil, faktorên herî mezinên ku pêşî li jiyana me digre, têkilî û xwendina pirtûkan digirin, ku di astengkirina perwerdehiya kesane de rolek mezin dilîzin.

 

Bi taybetî zarok û ciwanên me di rewşeke wisa de ne ku em dikarin jê re bibêjin “astenga têkiliyên civakî ”.  Wek şûna ku bi cîranê xwe re bibe heval, ew wê valahîyê bi hevaltiya virtual ji înternetê tijî dikin.  Berî ku înternet bikeve jiyana mirovan, meriv bi xwezayê re di nava ahengekê de jiyan dikir, îro bûye nifşek ku ger derkevin û kulîlkek an kêzikek bibînin, wê li ser medya civakî parve dikin.

 

Em nikarin bi rêzkirina xûyên rojane yên mirovan li vir meslê biqedînin.

 

Lê belê ji bo ku em dev ji wan xûyên ku her roj êşa me dikişînin berdin, lazim e haya wan ji zirara van edetan hebe.  Carinan hişyarbûn têrê nake ku meriv ji xûyên xwe xilas bibe.

 

Di dîroka mirovahiyê de, ji bo ku mirov ji bo xwe, derdora xwe û civaka xwe bibe ferdekî bikêr û saxlem, hin pêkanîn hatine sepandin.

 

Ji olan û tecrubeya mirovahî û kevneşopî ya ku îro jî me re maye,  rojî ye.

 

Di Qur’ana Kerîm de “Gelî bawermendan! Rojî çing ji we re hatiye nivisandin, ji ê ku berîya we hatine ji hatibû nivîsandin. Bi hêviya ku hûn ji guneh û xerabiyan bên parastin. Bekara/183.

 

Ji wê ayeta xwedê em fahm dikin ku bi deh hezar sal in mirovahî nefsa xwe bi rojiyê perwerde dikin, dakû aştî berê di laşê mîrovan û dûwa jî li civakê belav bibe.

 

Rojîgirtin derfetek e ku mirov li tenduristiya xwe xwedî derkeve.  11 meha ew laşê me dixebite, Meha rojîyê derfetek e ku em ji maddeyên zirardar ên ku em dixwin laşê xwe, madeyên tiryakê yên wekî cixare û alkolê, her wiha ji bo mehekê xwarin û vexwarinê sînordar bikin.

 

Ji aliyê din ve rojî jî firsendek e ji bo mayîna di hawîrdoreke nebaş de, bikaranîna gotinên xerab, binpêkirina mafên kesên din, ji derew, îftîra, ledanê û paqijbûnê ye.

 

Di heman demê de, bi birçîbûnê,  têgihîştina rewşa feqîrtiye û kesên birçî fahmkirinê re derfetek e.

 

Ji ber ku rojî di heman demê de dilovaniyê jî teşwîq dike.

 

Rojîgirtin jî di nav refên bindestan de firsendek e ku meriv bi cesaret xwe perwerde bike da ku li dijî zilmê têkoşîn bike.

 

Em dibînin ku gelê me yê li Ewropayê dijîn, di meha Remezanê de diherin mizgeftan û jê re dibêjin “mala Xwedê”. Ew mizgeftên ku wek kela dewletên zalim dixebitin. Bi awayekî din alternatîfek din nabînin.

 

Li vir rojî di heman demê de mehek firsendê ye ku li dijî mizgeftên meylê zaliman dikin bixebitin û mizgeftên rêya rast û dirûst nîşan bidin avabikin.

 

Rojî ne meheke bêhêvîtiyê ye. Lê hege ku meriv hewil bide ku meriv berê xwe bide xwe û paşê jî li hember xeletiyên derdora xwe bibe xwedî helwestek rast, bi niyetek rast, ê wê çaxê biser bikeve.

 

Çimkî rastî ű xerabî di hundirê me da ye.