Bi xêmginîyeka mezin me bihîst ku xwenga rêhevala me ya PKAN e Hakan Sari ,Nilgûn Sari vefat kiriyê!
Em, endam û rêvebiriya PKAN e, bi vefata xwengê Hakan Sari pir êşîyan. Di serî de, serê hevala me Hakan Sari , malbat, heskiriyên rehmetî Nilgûn Sari û gundê Kelhesen sax be!
Êşa we êşa me ye, bila cîhê rehmetî bihûşt be!
Ji hevala me birêz Hakan Sari û malbata Sari re sebir, aramî û silametîye dixwazin.
Rêvebiriya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN).