ENCAMA SEMÎNERA LI KOPENHAG E!
PKAN-DK, di 28 cotmeh 2018 an de li Kopenhagen e bi mijara: “ÎSLAM Û ETNICÎTET” semînerek lidarxist. Semîner, li salona Hjulmagerportenê, bi beşdariya 200 kesan pêkhat û ji alî kurdên Anatoliya Navîn e li der û dore Kopenhagen e rutinên ve bi eleqekayeka mezin hate pêşwazî kirin.
PKAN-DK, ji bo vê semînere wek axafvan Hafız Ahmet Turhallı vexwendibû. Vekirina semînere, bi rêzgirtina ji bo şehiden azadî-demokrasîye û bi xêr hatina mêvanan, ji alî hevseroke PKAN-DK Necati Gezen hatê destpê kirin.
Endamê Meclîsa PKAN-DK Ahmet Gezer, dîroka kurdên Anatoliya Navîn (KAN) ya serdema nêzik, koçberî û koçberîya Ewrûpa bi kurtasî pêşkeş kir. Gezer, piştre axaftina xwe anî ser demazrandin û sîstema PKAN, kar û xebatên ku li DK hatine kirin û projeyên pêşeroje ji beşdaran re şîrove kir.
Hafız Ahmet Turhallı di axaftina xwe de wiha got: “Kesên ku dîn ji bo xwe bi kar bîne, pê cih û warê xwe sexlem bike, bercewendîye xwe di ser dîn re bigre, ew kesan di îlme Qurane de ji dîn derdikevin.”
”Heger kesek qewmê xwe inkar bike, ew kesa mîna ku dîn û Quran e inkar dike ye. Ji bo vê hedîsek jî heyê. Hz. Pexamber (s.a.v), bi sehabî xwe ve di meclîsekê de rûniştibûne, çend kesan gotine em ji qebîle we ne. Hz. Pexamber gotiye:`Nexêr, hûn ji qebîla me nîne, hûn çima qewmê xwe bi çûk dikine û qewmê xwe inkar dikine?` Hz. Pexamber, ji vê hedîse bi şûnda gotîye: ` Ki ku qewmê xwe inkar bike û derewan bike, deh qamçîyan lexin!`
Turhallı, bi ayeteka Quranê nimûnek din da: “Di sureya Rûm de, wiha tê şîrove kirin. Afirandina cîhane bi ayeta ve sabite û li hemberî wê derketin inkarîya ayeta ye. Înkara kurdan jî wek inkara erd û ezmanê. Kurd jî wek we bi dînî îslame bawer dikin û hûn jî kurdan inkar dikin. Kurd û misilmane din di eynî dînî de ne, bawermend biraye hevin lê hûn kurdan inkar dikin, li mazluman zûlme dikin.”
Hz. Pexamber di xûtbe xwê dawî de dibejê: “Xwedê em cûda û cûda afirandin ku em hevidu qebul bikin û nasbikin. Hz. Pexamber di mizgeftan de cih dayê xiristîyana ku îbadetê xwe bikin. Dînî îslame, ji hevdu hezkirin û musamahatîye lê çi hikmetê ku di nav alema îslamê de aşitî mixabin tûne.”
“Wek hûn jî dizanin Hz. Îbrahim Xelîl bi eslê xwe Kurd bû; li stêrkan dinêrî û bi wan bawer dikir, li şewqa hîve dinêrî pê bawer dikir û paşe bi roje bawer dikir. Li dawîyê dawî tê ser rîya rast û dibêje: ` wan giştikan xwûdanekî xwe yî heyê û rîya rast dibîne, bawerîyê xwe bi Xwedê dike.”
ENCAM:
Di Islame de ji bo naskarina nasnamê cûda pirsgirêk tûnen , herkes dikare bi nasname û zimanê xwe ibadeta xwe bike. Kurdên Anatoliya Navîn bi asîmîlasyone re rû bi rû mane, sîstema devletê bi zexteka mezin û bi plansazîye bi rêkûpêk li ser kurdên Anatoliya li Navîn tê meşandin. K.A.N. dîsa jî çand û hûnera xwe heta roja îro parastine û hîn jî didin jîyan kirin. Zimanê xwe diaxavin û wî diparêzin.
Biratiya îslame ne ev biratîya ku îro em dibînine; biratîye rast ewê ku, dema êrîş li ser ziman û çanda kurdan hebin, birayên me musliman lazime li hemberî vê derkevin.
Musliman ji dîne rast veqetine, dane dû dîne dewletan û ev jî bi xwe dijmûnatîye dikin navbera bawermendan. Herkes bi rengê xwe, bi zimanê xwe dikare bawerî bi Xwedê bike û ibadetê xwe bikin.
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-DANMARK (PKAN-DK)