AGIRÊ VEJÎNÊ / XIZAN ŞÎLAN

AGIRÊ VEJÎNÊ

keda xwêdana eniya

kedkaran

êşa kul û birînên nehatî

kewandin

sebira pelweşiyayî

kaniya bêrîkirinên

miçiqî

xewiya şevistanên

dilteng

xewnên mişext bûyîn

dê bibin agirê roja vejînê

xemgîniyên rojên stewr

çirûskên stêrka asîmana

xemkêş

berfînên quntara çiyayên

stûxwar

xilmaşiya tava serê sibehê

dê bibin agirê roja vejînê

xwîna ji çavên dayikan

diniqutin

hêviya salên derengmayî

tovên gulgenimên

hişk bûyî

wêneyên albûma bîranînên

rengmirî

dê bibin agirê roja vejînê

dîwarê hestên herifî

keştiya wijdanên

serûbin bûyî

temenê

li nav bagera keservedanan

bihûrî

giyanên bedenên li ber sermayê

dicirifin

dê bibin agirê roja vejînê

mêjiyê li nav toza gumanan

kelkela eşqa di nava min de

sar bûyî

îskeîska gewriya zarokên

tî û birçî

qêrîn û hawara malbatên

ji cîhwarên xwe dûrketî

bextewariya stûnqelişî

şadiyên li quncikên tenha

sêwî mayîn

têlên tembûra dengxweş

dê bibin agirê roja vejînê

reşewrên bi hêrs mirinê

dibarînin

hesreta li xerîbistana xopan

dinale

bejna keç û bûkên bi reşgirêdanê

hatî pêçandin

kêlên goristana cangoriyên

nemir

kelemçeya zendê ramanên

qedexe

sêdarên heyama pûşt

şîretên Mîrê mîran

ên serî netewandî

dê bibin agirê roja vejînê

Xizan Șîlan

2019-01-09

Stockholm