Lêger navê filmê Kurdên Anatoliya Navîn e.
Di fîlm de Kurdên Anatoliya Navîn bi berfirehiyeke kûr di parzinga dîrokê
re tên derbas kirin û hetanî roja îro bi avakî profesyonel têne neqişandin.
Derhêneriya Belgefilma Lêger Esîn Akgûl Gûneş û Omer Leventoglu bi hev re kirin.
Çima Lêger ? Lêgerin bi serê xwe him pirseka sosyolojik e him jî rêye me ber bi dirêjiya dîrokê ve dibe. Em Kurdên Anatoliya Navîn, ev bû 500 sal in ku em hatine Anatolya Navîn. Her tim di nav lêgerînê de ne, li cîh û ware ku em li ser dijîn dilê me ne rehete, li xwe digerin, li nasnama xwe digerin û a herî mûhîm em li paşêroja xwe digerin.
Em Kurdên Anatoliya Navîn, li kok û kalbavê xwe digerîn. Ev yek ji bo parastin û bi pêşve birina çand û zimanê bav û bapîrên me pir girîng e. Wana, ev çand û zimanê me 400- 500 salê berê bi xwe re anîne Anatolya Navîn û heta roja îro jî li ser lingan hîştine.
PKAN dixwaze, bi Belgefîlma sînemayî û bi 2 Belgefîlmên ji bo televîzyonan, bibe bersiva bav û kalên me ku ji xwe dipirsîn em çima hatin? Em kîngê hatin? Em ji ku hatin? Em di nav şertên çawa de hatin Anatolyayê ? Û li kîjan cografyayê belav bûn?
Wek PKAN, em dixwazin çand, folklor û zimanê xwe, ji yên ji me şûnda tên re bihêlin û bikin arşîv. Armanca pêşîn a belgefîlma LÊGER ew e ku Kurdên Anatolîya Navîn him li hundir û him jî li derveyî welat bide nasandin.
Mexseda çêkirina (damezrandina) PKAN’ê ku wek qetlîama spî jî tê bi nav kirin li hemberî asîmîlasyone kar û xebat kirin e. Proja belgefîlm jî, proja PKAN’ê a bingehin bû.
Kar û xebatên PKAN’ê, projeyên bi vê awayê berdewam dikin. Mînak, projeyeke mê ya din, niha li ber destên me ye; ew jî tomarkirin û arşivkirina stranên kevin ên Kurdên Anatoliya Navîn e.
PKAN, bi vê belgefîlmê daxwaz û xeyala Murat Bozlak pêk tîne.
Hêvîyên jina sembol û berxwedêr Leyla Gûven xurt dike.
PKAN wan belgefilman dîyari Kurdên Anatoliya Navîn û hemî Kurdistaniyên dilsoz dike.
Belgefilma Lêger, di 8 cotmehê 2022 de, bi Galayekê li bajarê Dûsseldorfê / Almanya hate nîşandan. Her wiha Li Swêd li sê bajaran û li Danîmarka jî li sê bajaran hate danîşandan.
PKAN , li ber xwe dide ku Belgefîlmê Lêger, li her cihê ku Kurdên Anatoliya Navîn li jîyan dikin nîşan bide.
Dibe ku hûn meraq bikin, bipirsin û bibêjin. Bi rastî di fîlm de çi heye?
Di fîlm de, Kurdên Anatoliya Navîn, ewên ku heta roja îro li dera dinê derneketin ber ronahîyê hene.
Di fîlm de sîyaset tûne. Di film de eşîrên Kurdên Anatoliya Navîn yên sereke hene, jîyana civakî, dîn û mezheb hene. Dîroknas, dîrok û zanyarîyên xwe bi me re parve dikin.
Min ji jinekê pirsî, we di film de çi dît? Jinikê got, ez xwe tê de dibînim, qala civaka me dikin û qale gunde me dikin. Berdewam kir û got, pırsên di serê min de hîn zelal bûn.
Em dibêjin, werin û li Belgefîlmê Lêger mêze bikin û hûnê xwe tê de bibînin.
Ahmet Gezer.
Dem: 19-11-2022