Pirtûka ”Koka Malbata Me-Secera Malê Omerî Ewsi”
Nivîskar û lêkolînerê kurd Şoreş Reşî heftê derbasbûyî pirtûka xwe 20 în a bi navê ”Koka Malbata Me-
Secera Malê Omerî Ewsi” li Stockholmê derxist. Berhem 98 rûpelin, bi gelek wêneyên malbatê ve
hatiyê çapkirin û ji bo xwandevanên dervayî malbatê nayê belav kirin.
Nivîskar li destpêka pirtûkê dibêje: ”Çima Dinivîsim? Wekî tê zanîn mezinên me, bi gotineka din
bav, bavpîr û kalên me, ji me an ji nifşên ji wan bişûnde belgeyek, reşnivîsek, nameyek, kaxiz
an metalekî dîroka me li ser hatî nivîsandin nehîştin. Ew ji bo nifş û koma me walahi û
kêmasiyeke mezin bû. Min û yên wekî min ên ku ji vê nifşê ne, bi hemî îmkanên xwe yên kêm
jî, ketin dû lêgerînan û hewil dan ku ji zarok, nevî û civaka me re dîrokeke nivîskî bihelin ku
ew mahçûp û stûxwar nebin. Bi vê berhemê dixwazim ji nifşên ji me şûnda hatî, bi taybetî jî
kesên ji malbata me re dîrokekê bihêlim ku qet nebe ew nekevin nava lêgerînan, nezaliliyên
ku werin pêş wan, teredût û dudiliyan. Qet nebe ew ê bizanin ku ji ku, çawa hatine û vê yekê
bi zarokên xwe bidin fêrkirin.” Bi vî awayî nivîskar dixwazê tekîlîya malbata xwe bi welatê je
hatî ve girê bide û sedemên hatina wan a welatêkî xerîb ji nevî û nevçirkên xwe re wek belgê
bihelê.
Pirtûk, ji du malbatên gund damezirandî destpê dike ku ew herdu jî zarokên Bekir bûnê. Di
heman demê de, lawikên Bekirê dinê ji êla Sêvikan ya girêdayî zenda Reşîyan jî gundên mîna:
G. Omê, G. Simê, G. Kosê û G. Kutê yê damezirandine. Hatina wan ê ji Kurdistanê, bi
fermanên osmaniyan, gera wan ê li nava Anatoliyê jî bi qal kirina mezinan destnîşan dike.
Piştî agahiyên dîrokî, nivîskar zanyariyên li ser kalên xwe yek û yek dide. Bi gîştî heta kalê xwe
yî 12 mîn vedigerê nava dîroka kevn û wan a dide nasîn. Vê xebatê mirov wek secera
malbatekê an êlêkê jî dikarê penasê bike û bi vî awayî di navbera nivşên malbat û êlê de
girêdaneka dîrokî çêdike.
Reşî, bang li her kesê dikarî binivîsî dike ku ew secera-rîşê malbatên xwe binivîsînin. Xebateka
bi vî rengî biçûk xûya bike jî, di bingeh de xwedî nirx û roleka mezinê. Lewra ewa girêdana
zarokên wan ê bi welat û netewa wan re xûrtir bike, bibe sedêm ku ew di nava raya gîştî de
bi serbilindî bigerin.
PKAN