Nivîskar Burhan Sönmez ji Haymane yê, wek Serokê PENa Nawneteweyî hate hilbijartin (Komeleya Nivîskarên Navneteweyî).
Burhan Sonmez, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Îstanbule gedand.
Romanên wî li çil û du zimanan hatine wergerandin.
Di danasîna malpera xwe de wiha dibêje, tecrubeya wî ya bêhempa ya mezinbûna li gundek dûr bêyî elektrîkê, û xwedî çîroknivîsek jêhatî ji bo dayikek, ji nivîsandina wî re îlham û materyal peyda kiriye.
Romanên Burhan Sonmez: kuzey (bakur) 2099. Masumlar (Bêgunehan) 2011. Îstanbul Îstanbul 2015. Labirent 2018 û Taş ve Gölge ( kevir û siya) 2021.
Burhan Sönmez hetanî niha laîqî ew xelatana hate ditîn:
Xelata Vaclav Havel a ku li New Yorkê 2017 û xelata Wêjeyê ya EBRD a ku li London 2018 de wergirt. Bi romana xwe Masumlar (bêgunehan) xelata Wêjeyê ya Komeleya Rojnamegerên Tirkiyê ya 2011 Sedat Simavi û xelata Saint Josef Îzmîrê jî wergirt.
Burhan Sönmez xêrî ji wana, xelata rûmetê ya Çîrokê ya ku ji hêla Komeleya Wêje û Hûnerê ya Bursayê ve hatî dayîn jî wergirt.
Ew endamê sê navendên PENê ye: PENa Ingilîzî, PENa Kurd û PENa Tirkiyê.
Wek Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN , Nivîskar Burhan Sönmez ji dil de pîroz dikin. Bi serokatiya wî ya PEN a navnetewi gelek şad û bextewer in. Careke din birêz Burhan sönmez pîroz dikin û serkeftinê jê re dixwazin.