ZIMANÊ DAYÎKE
21 Sibatê roja zimanê zikmakî ya Cîhanê ye.
Di 21 sibatê 1952an de, wê çaxê Bangladeş kolonî Pakîstane bû.Bangelîyan, ji bo ku zimanê xwe bibe zimanê perwerdehiyê mitîngek çêkirin. Di wê mitîngê de 5 telebê ji hêla asayişê Pakistane ve hatin kuştin.
Ji ber vê meselê jor, Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 21 sibatê roja zimanê zikmakî ya Cîhanî îlan kir.
Kurt û kurmanc; li Dinyayê her qewm ji bona ku zimanê xwe pêş bikeve li ber xwe dide, xebatên zanistî û perwerdehî dikin.
Aqliyeta li Tirkîye, ji bo ku zimanê Kurdî pêş nekeve çi ji dest tên wê dikin.
Li nav Kurdên Anatoliya Navîn, zimanê Kurdî bi tûnebûne re rû bi rû yê.
Politikayên asîmîlasyon mîna çemê Feratê diherike.
Mîna berê li gundan zimanê kurdî nayê dengkirin û pirr kêm ciwan bi kurdî dengdikin.
Tirs û xofe piranîyan însanên me teslîm girtîyê.
Li dijbera wan, tenê du sazîyên Kurdên Anatoliya Navîn hene, Bîrnebûn û Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN. Ewan jî li dervayê welat in.
Ji hêla din ve, li Qulekê (Kulu) yê, Komela Konê, Komela ziman û Çandê hate damezrandin. Wek PKAN, ji wan re serkeftine dixwazin.
Em wek PKAN, vê rojê li hemû kesên ku zimanê dayikê wekî şîrê diya xwe pak û helal dibînin pîroz dikin.
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVIN-PKAN