EZ ÊZDÎ ME
ez
berê qiblegeha xwe
ber bi şewqa tîrêjên rojê ve
dizivrînim
li perestgeha Laleşa nûranî
qewlên Xwedayî dixwînim
ji rojhilat heta rojava
sê rojan dikevim rojiya
tî û birçîbûnê
li koretariya şevên bêhnteng
agirê ronahiyê geş dikim
li baskên Tawûsî Melek
sîwar dibim
ber bi xoşewîstî
xweşikî, qencî
dilovanî û heqîqetê ve
difirim
bi dengê def û bilûra
şêx û Mîrên rûspî
sermest dibim
li bêçaretiya xopan
bajar bi bajar
welat bi welat
koçber bûm
mişextî
perîşanî
û qedera bêbext
ketin para min
li qêrîn û hawara
dayikên cangoriyan
erd û asîman
lerizîn
bilbilê îsyankar
di feryad û fîxana xwe de
lal û gêj bû
teyr û tilûrên çolbeyaran
di komkujiya min ya bêwext de
reş girêdan
qûntarên çiyayê Şengalê
ez di paşila xwe de
hewandim
konê deşt û zozanan
ji min re bûn stargeha
parastinê
telpên reşewran di guregura xwe de
li celadên çaxa genî
hêrsê dibarînin
Cîhana qehpik ker û kor bûye
ez ê
bi saya şervanên camêr û mêrxas
tola cangoriyan hilînim
destmala kesk, sor û zer
li qada serkeftinê
bihejînim
bi tilîliya keç û bûkên serbixêlî
û bi fîstan spî xemilî
govenda serkeftinê
bigerînim
ajelê dirinde
yê di giyana mirovan de dijî
bi henasa Ezdanê afirîner
ez ê kedî bikim
Xizan Şîlan
2024-06-06
Stockholm