şev û rojên min
li nav kolanên xerîbîstana sar
bi îskeîsk digirîn
pelên dara şadî û bextewariyê
weşiyan
kezeb û gurçikên min
di agirê hesreta sewdayê de
qewirîn
serçavên berbangên aso
ji xeman zerikîn
li tenêtiya xewle
kul û birînên temenê jar
bêdeng dinalin
peşkên barana hişk
qolincên pencera bendemanê
mizdidin
bayê reş di guhên odeya min de
xumexum e
bi guregura ewrên tirsehêz
di giyanê mesûm de
vediciniqim
bedena raman û xeyalên şilftazî
dicirife
tîrêjên stêrka êvarê
di awirên min yên melûl de
vemirîn
hevîrê bêrîkirinên şil
di teşta salên têkçûyî de
tehl û tirş bû
ji kasika çavên heyvê
firmêskên janêşa giran
dibare
kaniya gotinên sernerm
li ser zimanê pûç
miçiqî
pozê pênûsa derdkêş
xitimî
rûpelên kaxiza spî keserên kûr
vedidin
tîra eşqa nependî di dilê zîzbûyî re
çû xwarê
keştiya sebirê li peravên jiyanê
asê ma
qulingê asîmana nava min
ji refê xwe veqetiya
pişta mêjî û hestên westiyayî
dispêrim dîwarê helbesta
tî û birçî
ez ê
çirûskên tava hêviyên geş
di paşila siya pêşerojê de
veşêrim
û rûyê erdên bejî
bi bêhna çîçekên gulîstana xweşik
bexemilînim
Xizan Şîlan
2021-04-08
Stockholm