Pirtûka 6. mîn ya helbestvan Kadir Çelik

Pirtûka 6. mîn ya helbestvan Kadir Çelik di van rojan de li Amedê ji hêla weşanxaneya SAR ve belav bû.
Pirtûka bi navê ’Pepûleya Biçûk’ li peşangeha pirtûkan ya Amedê derket pêşberî hezkiriyên helbestê û bi eleqederiyeke mezin hate pêşwazî kirin.

Di pirtûkê de ji 80 yî zêdetir helbest hene û bi grafîkeke serkeftî hatiye çêkirin.

Pirtûk ji hêla Pola Kitap ve tê belav kirin lê belê li ba gelek pirtûkfiroşan ji niha tê firotin.
YAYKOP, D&R kitap, Pirtûka Kurdî, Pandora û Amazon pirtûkê difroşin û bi rêya kargoyê digihînin kesên bixwazin bikirin.