Dewleta Sûriyê Sûnî / Bilal Celepli  

Sûriye HTŞ ( Heyet Tahrir El Şam), neh roj berê vê êrîşî bajarê Helebê kir; Heleb û çend navçe bi dest xwe xistin. Rejîma Sûriye, leşkerên Rûsyê û Hizbullah ji Helebê derketin. 

HTŞ êrîşên xwe bi sîlehên NATO û bi piştbazîyê Tirkîye dikin. Dewleta Tirkîye dîsa li Sûriye û Rojava piştbazîya komên terorîsta dikin. Li Sûrîye û Rojava defter careka din vebûn, kart carek din belav bûn; lê kî çi dixwaze ? Ez ji we re qasî min fêhm kirî û qasî ku zimanê min çerx bûyê binivisînim. Dema xerbê Cîhanê yekemîn, dewleta Osmanîyan helişî û Sûrîye kete qontrolê Fransa ye . Li wê demê Fransîya, li Surîye çar (4 ) dewlet û muxtarîyeteka biçûk damezrandin. Ji bo Ereban dewleta Şamê û Helebê, ji bo Nusayrî û Elewîyan dewletek li Lazkiye , ji bo Dûrzîyan jî li doralîya Çîyayê Cebel el-Dûrzî dewletek ava kirin.  

Kurd dîsa hesab nekirin û Kurdistan di bin dewletê Helebê da bindest ma. Fransa, ji bo qontrolê vê erdê qedîmê û bereketê xwe sivik be Kurdistan cihîştin bindest. Qontrola Ereb, Nusayrî û Dûrzîyan piri hêsanê lê ku Kurd bûn dewlet û Kurdistan ava bû, li ser Dînyayê tû dewlet tûnen ku Kurdistan ê qontrol bikin. 

Yên Fransayê jî va baş dizanîn û plana xwe li ser vê çêkirin. Di salên 1940-45ê de, ji bo xerbê Cîhanê duyemîn Fransayê ji Sûriye derketin.   

Di sala 1946an de çar dewlet di bin dewletê Şamê de bûne yek heta roja îro.  

Dewletê Sûriye dewletekê sûnî bû,  ne yê bi kok û binyat bû. Dareka bê kok çawa li ber bakî şên ket û wergerî. Surîye jî li ber bayekî şên hate girtin û nêzîkî dema ketiyê ye. 

Heftê salî berê vê çawa çar dewlet bûn, dîsa jî belav bun, vê care jî parçe bibe û sê dewlet ava bine. 

Ji van yek jî helbet Kurdistan (Rojava) e. Yên din jî dewleta Şamê û dewleta Helebê ye.   

Tirkîye çi dixwaze?

Dewleta kur yê Tirkîye dizane ku Kurdistan helbet rizgar be. Ji bo vê armanca wan ê yekemîn her têm tengasiyê bidin Kurdistanê  û bila axa Kurdistanê ya qedîm bê Kurd bimîne. Çend salan berê vê li Bakur Kurdistanê, li bajarên wekî Mereş, Sêwas, Elazig (Xarpêt) û Meletî qetliam çêkirin Kurd ji cîh û warê xwe derxistin. Îro jî bi destên terorîstan gelê me yê Rojava dixin tengasîya û ji Heleb û ji Tel Rifatê Xelkê me berê Rojhilatê Sirgûn dikin.  

Ew jî dizanin li Rojava Kurdistana rizgar bibe; nikarin asteng bin, nikarin li ber dawestin , tenê dixwazin tengasîyê bidin Kurdistanê û ji bo di tucaretê de girêdayê wan bin. 

 Li gorî texmînên zanyarên sîyasî, Rûsya li Ukraynayê westiya bû. Loma HTŞ ,dest û lingen xwe hejandin, Heleb û çend bajarên din xistin bin kontrola xwe. Lê belê dema Rûsya hate ser hişê xwe, dikare êrişeke mezin bike û wê demê li Sûriyê şerekî mezintir rû bide.

Yê ku YPG û Rojava bikin çi ye? Bê alî dawestin, bi her kesî re û bi her dewletê re tekildar bin û Rojava bi hemû dewletan re binaskirin bidin. 

Dîrok: 06/12.2024