GELÊ WANÊ RÊ NADE QEYÛM! 

Gelê Wanê rê nade Qeyûm û hê jî li ber Şaredariyê Bajarê Wanê nobedê digirin.     

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di doza ku li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihat darizandin de 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.  

Desthilatdariya AKP-MHP’ê piştî ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de têk çû, mîna gurên birçî êrîşî Şaredariyên Kurdan dike.  

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ev demeke dirêj e ku rêbazên demokrasî û hiqûqe li ber çavan nagire û ji ber vê yekê di bêhiqûqiyê de ti sînoran nas nake. 

Weke ku tê zanîn piştî hilbijartinên 31ê Adarê di destpêkê de nexwestin mazbata  bidin birêz Abdullah Zeydan. Lê gelê Wanê bi parastina mafên xwe yên demokratîk li ber xwe da û bi parastina vîna xwe dewletê paşde gav avêt. Li hemberî vê berxwedanê dewlet neçar ma ku teslîmî vîna gelê Wanê bibe. 

Weke PKAN rêxistina civaka sivîl a Platforma Kurdên Anatoliya Navîn em bi dil û can piştgiriyê didin berxwedana gelê Wanê ya rewa û bi vê wesîleyê em bi wan re ne. 

Pirsgirêka Qeyûman ne tenê pirsgirêka gelê Kurd û Partîya DEM’ê ye, pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. 

 Weke Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN em gelê xwe yê bi biryar ên Wanî hezar carî silav dikin. 

 PLATFORMA KURDÎ YA ANATOLIYA NAVENDA-PKAN