Helbestvanê Kurd Kadîr Çelîk bi du dîwanên nû berhemên xwe raberî hezkiriyên helbestê dike.
Kadîr Çelîk ku bi xwe jî kurdekî Anatolya Navîn e du dîwanên bi navên ”êşname” û ”li benda berbangên derengmayî”dilê hezkiriyên helbestê şa dike. Ev her dîwan ji berhemên Kadîr çelîk yên deh salên dawî pêk tên. Dîwan di nav weşanên Înstîtuya Kurdî ya Stockholmê ve hatine amade kirin û karê çap û têknîkê jî li çapxana Stil-Offsetê bi çavdêriya birêz Yusuf Ozden ve hatine amade kirin.
Kadîr Çelîk di van her du dîwanan de mijarên weke bêrîkirin,xerîbî, êş û derbirînên welêt derxistine pêş. Helbest bi qalibê nûjen û bi zimanekî bedew hatine xemilandin.
Li gor daxuyaniya birêz Kadîr Çelîk da me ew niha jî li ser dîwaneke helbestê bi zimanê Swêdî xebata xwe berdewam dike.
Her du dîwan jî di dema newrozê de wê li ser standên pirtûkan li pêşberî xwendevanan bin.
Kadîr Çelîk di sala 1964 an de li gundê Omê, bi ser bajarê Konya yê ve hate dunê. Di malbateke girêdayî nirxên nasnama kurdî de mezin bû. Bi taybet ji bavê xwe gelek sûd wergirtin ku di dema xwe de bêjer û zanayekî bi nav û deng bû.
Kadîr Çelîk dibistana pêşîn û ya navendî li gundê xwe kuta kir û bi dû re li bajarê Ankara bi cîh û war bû. Piştî çend salên li Ankara berê dide welatê Swêd û ji sala 1984 an û bi vir de li Swêd, li bajarê Stockholmê jiyana xwe didomîne. Li Swêd dibistana amedeyî teva dike û her wiha gelek sal in bi karê wergerê re mijûl e.
Çelîk, ji çûkaniya xwe de bi wêjeya kurdî re pêywendîdar bû. Di vê pêngavê de bandora bavê wî li ser wî mezin e. Ji salên dibistana amadeyî bi şunde bi giranî li ser fêrbûna ratsnivîsîna kurmancî radiweste û bi vî hawî jî xwe zêdetir nêzî wêjeya kurdî dike.
Pêywendiya Kadîr Çelîk û helbesta kurmancî di salên 90 î de xurttir dibe û giraniya xwe dide xwendin û lêgerîna cûrbecûr helbesta kurdî.
Helbestên Kadîr Çelîk ku di wê demê de hatine nivîsîn di sermaweza 2015 de ji nav weşanên J&J de, li Amedê, bi navê ”Payîza Pelweşan” derketin pêşberî hezkiriyên helbestê.
Kadîr Çelîk endamê PEN”a Kurd, Komela nivîskarên kurd li Swêd û Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê ye.
Cîhê gotinê ye ku Kadîr Çelîk ji sala 2004 an û bi vir de di cûrbecûr kanalên televîzyonên kurdî de bernameyên wêjeyî amade û pêşkêş dike.