Komela Kurdên Anatoliya Navîn li ser çand û zimên hatiye damezrandin, heşt ciwanên ji gundên Qulekê (Kulu) însîyatîf wergirtin.
Di recepsîyona vekirinê Komale de, berdevkê Komelê Rojvan Enes weng got, me çend heval însîyatif wergirt û me Komelek avakir. Ji bo ku em çand û zimanê xwe biparêzin. Me di rêzname Komalê de gotiye, di herêmê me de ,çi ziman û çand hebin, emê li ser wan bixebitin, da ku wenda nebin û emê bidin jiyandin. Rojvan, wiha domand , gereg ziman were dengkirin ,xwendin, nivîsandin , pê edebîyat û felsefe were kirin ku bûwe ziman. Em bang li însanên me dikin werin Komelê xwe zimanê xwe hû bikin. Însanên me pir tiştan ji zimanên Yewnan û Areba dizanên lê ji ziman û mezinên me pir kêm tiştan dizanin. Em tim li şîretên mezina dinyayê mêzedikin û dixwûnên. Lê ,ji gotinên mezinên me pir kêm tişta dizanên. Yek ji daxwazên me , bibin pirek di navbera însanên me û mezinên me de.
Rojvan gotinên xwe bi çend gotinên Celadet Alî Bedirxan qedand. Zimanên biyanî cil û kincen me ne, Lê zimanê Kurdî laş û çermê me ye. Ji ber ku ev gotina nebe derew , werin komele xwe , em zimanî xwe hû bikin.
Yek ji endamê komele Melik Ozkan got; me seva xewise xwe ev komele venekir, me seva çand û zimanê xwe vekir. Navî komele me Kone, wextêk mezinên me hatin Anadolê di konan de diman, loma me jî navî Kone lêna. Ji dûwa jî, helbesta Mem Xelikan xwend.
Nivîskar û Helbesvan Mem Xelikan ciwanên ku Komale vekirne pîroz kirin. Ziman , li mal , li bazarê bê xeberdan ,mafe her milletekê ku bi zimanê dayika xwe perwerde bibînin. Hewceyê ku em ji Komele Kone re bibin piştbaz da ku Komale xizmeta însanên me bike. Ez we pîroz dikim û serkeftîne dixwazim.
Şaziye Şener, li ser vekirina Komale wiha got; zimanê me şerefe me ye û namusa me ye, ku ewan çûn em jî wenda bibin. Şaziye weng berdewam kir, ji we daxwaz dikim, di mal de, bi kûrikên xwe re bi kurdî bipeyvin. Em, ne bûnî kurd ,ne bûnî tirk û ne jî bûnî Ewrûpa yê. Şazîye, gotinên xwe weng bi dawî anîn ,em ji bîr nekin çima ev pêncî sal in ev têkoşîn tê meşandin.
Parêzer Levent Kanat, ev tiştekî pîroze û hevalên ku ked û kar kirine pîroz dikim. Milletek bi zimanê xwe dibê Millet. Zimanê me di bin xetereya winabûnê de ye, em bi saziyên bi vî rengî ziman û çanda xwe zindî bihêlin.
Eşref Ozviran, ji Kurdên Haymanê yê, bi devoka şeyhbizinî xeber da û got em dereng man. Ziman jiyane,devokên me dewlemendî yê me ne û bê ziman, em lalin.Eşref wiha bi dawî anî , ku em li zimanê xwe xwedî derneketin, wek roja îro, tirk, arab û farsên ji me bidizin. .
Haci Dogan, ji Kurdên Aksarayê , bi devoka dimilîkî diaxive. Ez pir dilgermêm, we giştika li cem hev dibinim û vê çaxe ez dibêm em naçin yek bi yek.
Hûnermend Serbûlent Kanat, li ser vekirina komele axivî, daxwaz û hêvî xwe anîn zimên û bi kilamên xwe derdor xweşkir.
Weke Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN, em vê înîsîyatifê ciwanên gundên derdorê Kulu yê silav û pîroz dikin.
Wek Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN, çi manevî û çi maddî be em piştbazê we ne.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN