Çêroka Teyr û Keçikê!
Li diyarekê dûr, dayikek bi keça xwe ve hebûn.
Rojekê Teyrekî pir mezinê bi perr û bask, li ser mala difire û wextêk keçik dera derva dikeve teyr 1 ji jor de bi leppên xwe di sermilê keçikê re digre û ji wir dûr dikeve.
Teyr keçikê dibe mala xwûdî xwe lê teyr bi keçikê re dibêje tû qalê min meke , nebêje lawikekî ez anîm vira.
Keçik û lawik zewicîne lê herduk jî hevdu nedîne û hevdu nas jî nakin, xizmetkarê vê male hene , êvare tên dermanekê didin keçikê û keçik dikeve xewê.
Keçik bi ducanî 2 dimîne, rojekê keçik bi xwe bi xwe dibêje êvarê ku derman anîn ez wê dermanê venaxwim.
keçik wê êvarê derman venaxwe
Êvarê mêre xwe tê male û keçik çave xwe vedike.Ji xwema dilê xwe re li mêrê xwe mêzêdike, çelengî û cemalîyê mêrik dibîne , ew ronahiyek e ku hatiye vê dinyayê. Keçik ji mêrê xwe dipirse û dibêje tû çima xwe rûberî min nakî? Dê derguşek me jî were dinyayê. Mêrê bi keçikê re dibêje , li cem me jin mêrê xwe nabine û nasnakin. Heta ku kurikek me çênebe.
Te îro ez dîtim, ji niha û pê de nanê te li vir tê birîn û sibe ê te ji vir bibin. Sibe dibe, tên li pişta teyrekê siwar dikin û dibên cihekî dûr û nediyar.
Keçik li wê cihî kesî nasnake , wek xeribekê li dora xwe digere.
Keçik di ber necarekî 3 (marangoz) re derbas dibe , dibîne ku bêşîkeka kurika çêdikin, keçik dipirse, hûn vê bêşikê ji ki re çêdikin ? Necar dibêje, em ji kurike pêlpela re çêdikin.
Keçik hinekî din birêve diçe, dibine ku dirûnkar 4 (terzî) kincên dergûşan didûrûyê , dipirse hûn kincan ji ki re didûrûn? Dirûnkar dibêje, ez ji bo kurikê pêlpela didûrim.
Êdî dem dema ku derguş wer dinyayê. Ew teyr tê, keçikê datîne ser perr û baskên xwe û dibe qesra xwe.
Piştê çend roja dergûş tê dinyayê, mêrik tê ,xwe rûberê keçikê dike.
Keçik dipirse, te çima heta niha xwe rûbêrî min nekir,mêrik dibêje, adetê me wihane , hetanik kurikekê me nabe em xwe rûberê jina xwe nakin.
Dinêre ku ev tiştên ku li dikanan ditî, giştik anîne qesir e. Jinêk navî mêrikî xwe nizane, mêrik dibêjê navî min pêlpela yê.
Jinêk û mêrik , bi hev re şa dibin û kurikê xwe bi hev re mezin dikin.
Çêroka min gehêşte du qatî û rehma Xwedê li dê û bavê cimaatê.
Çêrok , ji devî Makbule Ahmed Haji ji Kobanî yê wergirt.
Ahmet Gezer. 14 november 2024.
1-Teyr: Candarên difirin û hêkan dikin û perr û baskên hene.
2-Dûcanî: Rewşa kesa yan ajela ducan.
3- Necarr: Hosteyê ku tiştan ji depan / texteyan û daran çêdike.
4- Dirûnkar: Kesê ku karê wê/wî dirûna wan cil û berg in.
Ahmet Gezer. 14 november 2024.