Kadir Çelik, yekemin pirtûka xwe helbesta ( şiir) derket.
Payîza Pelweşan, Helbest, ji hêla weşanxanê J&J, 2015-Amed hate weşandin.
Helbestên Kadir Çelik ji serî de heta binî hûner , hûnermendî Kurd û kurdewarîye. Helbestwan birêz Kadir Çelik, helbestên xwe bi Kurdîyeka zelal û pakij xemilandîye.
Kadir Çelîk deng û gotin li hevhûnandîye,wextêk helbesta dixwînî ritma û ciwankarîya zimen xweş tê guhê mirov . Helbestên Kadir Çelîk wek ava çemê Firat û Dicle diherikên û mirov li dinyeka din xem û xeyal dike.
Me xwest ku helbestekê ji pirtûke binivsînên , em şaş bûnî kîjane hilbêjernê yek ji yekê ciwantire.
Li xwe digerim çendîn zeman e
Bi sermin de tên şevên vî bajarî
Gunehê tenêbûnê tê bi min
Çend caran xeniqîm bê hawar
Di kûrahîya şevên bi dupiyan re bira de
Şevên xewnên min ji min diêvişandin
Nedihat bihîstin dengê min
Nedihat kes di hawarên min
Xerîbî hîngê dibû xencer
Diqelişand hêvîyên di nav dil de kombûyî
Dengê trênê şevê diqelêşe
Karkerên lezgîn berbî karên xwe ve dimeşin
Kuliyên berfê bi nazdarî xwe diawêjin hev.
Wek Kurdekî Anatoliya Navîn ,Kadir Çelik cîhe serkeftî û serbilindiye. Xwûdî li wê derketin, Qedir û kimeta wê bêdayîn û bêzanîn.
Hûnermend Rewşenbîr û Lekolîner Kadir Çelîk mirovekî pir alîye, wergerîya Kurdî û Swêde dike. Kadir Çelik ji sala 2004 an pê de, di nav televizyonên Kurdî de bernama diweşîne.
Kadir Çelik , niha di Newroz Tv de , him amedekare û him jî pêşkêşvaniya bernama ‘’ Hest û helbest’ê dike.
Kadir Çelik ji Kurdên Anatoliya Navîn e, ji gundê Omê ye ( zincirlikuyu) girêdayê Kulu Konya yê.
Tabloye bi navê ’’Iştar’’ ku ji bergê pêşî yê pirtûkê de bi kar hatî, jî ya Hûnermendê Kurdên Anatoliya Navîn Hasan Huseyîn Devecî ye.