Ji Gundê Kirkışlayê re sersaxiyê dixwazin! 

Ji Gundê Kirkışlayê re sersaxiyê dixwazin!

Di malbatekê de 4 kes hatin kuştin! 

Li gorî nûçeyên ku ketine destê me, ciwanekî 28 salî piştî ku dayik, bav û birayê xwe kuştiye û bi xwe jî intîxar kiriyê. 

Bûyer duh êvarê li mehelê Parsana ya navçeya Selçûk a Konyayê pêk hatiyê. 

Gor ekîbe ku li cihê bûyerê lêkolîn kirî, Ali Tunç 28 salî, birayê xwe Hasan Can Tunç 20 salî , dayika xwe Canfeda Tunç 51 salî û bavê xwe Nurettin Tunç 50 salî,  dikuje bi şûnda, bi xwe jî intîxar kiriyê.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike. 

Weke Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN em sersaxiyê ji Malbata Tunç û Gundê Kirkişle/Mehelê re dixwazin. 

 Malbata bi paşnavê Tunç ji gundê Kırkışle yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ye. 

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN