BALCAN-Name- Xizan Şîlan

 

Dilbera min, rinda min!

Nîvê şevê saet donzdeh bû. Ez wek her demî hê li ser qoltixê rûniştibûm û min li televîzyonê temaşe dikir. Di wê navberê de dilê min çayek xwestibû. Ez rabûm û çûm aşxanê. Min çaydan bi avê tijî kir û da ser ocêx. Piştî demekê av keliya û çaya min amede bû. Min qedeha xwe bi çayê tijî kir û hêdî hêdî vedixwar. Cixara min jî her dem di navbera pêçiyên min ên zirav û cirifandî de bû. Min kûr kûr dikişand cîgerên xwe. Carnan di navbera kûrahiya ramanan de ji odê diçûm aşxanê, ji aşxanê jî diçûm balqonê û şunde vedigeriyam oda televîzyonê.

Wekî ku ez bûbûm mehkûmê girtîgehê, pêş ve û paş ve diçûm û dihatim. Qey tu dibê ez bûbûm çerxa feleka demsalên bedbext û li derdora xem û xeyalên xwe yên bi canêş dizivirîm, di navbera çar dîwarên zîndana odê de. Ez li azadiya xwe, li sewdaya xwe, li evîndara xwe û li kolanên xeribiyê li bîranînên zaroktiya xwe ya ku li ber toza naleta demê berba bûyî digeriyam..

Cixara min û lêvên min mîna du evîndaran ewqas ji hevdu hezkiribûn

ku qet nedixwastin ji hevdu cuda bibin. Piştî çerxbûna min a bi saetekê teqet di çokên min de nemabûn, êdî ez westiya bûm. Min çayeke din ji xwe re tijî kir û cixareke din jî vêxist, ez hatim odê û li ser qoltixê rûniştim.

Min serê xwe jî spartibû destê xwe yê çepê û li televîzyonê temaşe dikir. Her tim min kanal diguhartin. Carnan li kanalên kurdî, carnan li kanalên tirka û carnan jî li yên swêdî mêze dikir. Xanima min jî, xwe li ser qoltixeke din dirêj kiribû û li televîzyonê mêze dikir. Me qet bi hevdu re xeber nedida.. Wek her demê, dîsa bêdengî di navbera me de hebû. Bes dengê televîzyonê bêdengiya me ji holê radikir. Min bi çavên vikûvala li televîzyonê temaşe dikir. Çimkî ez ketibûm nav xem û xeyal û ramanên kûr, lê ji televîzyonê pir û pir dûr. Carnan xanima min, bêyî ku rewşa min bipirse, ka ez di çi halî de me, çi difikirim û çi dinivîsim, digot; “Bes e bes e, cixarê mekşîne! Te perdeya pencera me reş kir bi dûmanê cixarê!” Lê, wê nedizanî ku perdeya dil û kezeb û cîgera min li min reş dibû, rinda min. Lê min dizanî tê çi bigota Dilbera min!

Tê bigota; ”Ji min re helbesteke evîndarîyê û hesreta dilan bixwîne!”

Tê bigota; ”Tembûra xwe têxe destê xwe, kilameke dilbişewat ji kûrahiya dil de ji min re bistrê û bilorîne!” Bîstûheft sal in ez li hêviya gotineke wisa şîrîn û xweşik im Dilbera min.

Dîsa tirs û êş û heyecaneke bi xof xwe dagirtibû ser dil û cane min û laşê giyanê min rapêçabû. Min ji kûrahiya dil de axîn û kesereke kûûr kişandibû. Li navbera hest û ramanên biêş, hesta îlhamekê hatibû min û min xwest ku bi saya wê îlhamê helbesteke evîndariyê ji te re binivisînim rinda min. Mîna ku îlhama min bûbû çivîkek li ber çavên min, dixwast bifire û here di pencera odeya min ya vekirî re. Lê min wisa bi baskên îlhamê girtîbû ku nema dikarî ji destên min bifilite, bifire û here. Hema ez rabûm ser xwe û min kaxiz û pênûsek anî û danî ser masê. Min cixareke din jî vêxist û ketibûm nav ramanên kûr ku, ez ê çawa helbesteke xweşik û nazik ji rinda xwe re binivisînim!

Di wê navberê de, xanima min deng li min kir û got; ”Xizan”

Bêyî ku serê xwe rakim û lê mêze bikim, min got; ”Çi dixwazî?”

Wê got; ”Te bihîsti ye? Li bazara Skärholmenê kiloya balcanan daketiyê pênc kronan. Em sibê herin wê derê pênc kîlo balcan bikirin!”

Piştî van gotinên xanima min, ew îlhama ku mêjî û dil û canê min rapêçabû, bûbû weke çûka berbangê û firiyabû ber bi valahiya asîmanan ve. Ew îlhama jankêş ji lepên destê qelemê min filitîbû û çû bû.. Êdî min nema karî tiştek binivisanda. Ez hinekê li xanima xwe hêrs bûm û min ji wê re zêfek jî kiribû. Min soz da wê ku, dê ez ê rojekê helbestekê li ser balcanên wê binivisînim. Lê pir mixabin min nenivisand.

Dewsa wê, min pêwistî dît ez vê serpêhatiyê ji heval û dostan re qal bikim û ji te re binivsînim Dilbera min.

Bi hêviya ku rojekê pênc kîlo balcan bikirim bimîne di xêr û xweşiyê de rinda min, gewra min, sebra mala min….

Xizan Şîlan

2005-05-25

Stockholm