BAYÊ VEJÎNÊ Xizan Şîlan

 

hespê min yê çeleng

ber bi çirûskên hêviya pêşerojê ve

dibeze

li reştariya siya şevên xewle

şewqa çira dilê xeşîm

dibiriqe

erdên bejî û zîwa

bi gulgenimên zeviya şîn

zîl dan

ji parzûna salên tehl û tirş

şîrê jiyaneke şêrîn

dipale

pêlên wîzewîza 

bayê vejînê

di perdeya guhên min de

pistepist in

li meydana şahî û dîlanan

agırê meşaleya newrozê

gur û şên bû

bêhna sosin 

û beybûnên azadiyê

ji erdnîgariya axa qedîm

difûre

ax ax welatê bav û kalan 

dergûşa Welatê rojê

min

li ser sînga te ya gewr

konê mizgîniya serxwebûnê

vegirt

bejna keç û bûkên serbixêlî

bi rengê fîstanê kesk, sor û zer

xemiland

toza firtûneyên heyaman

li serê zalimên xwînmij

daweşand

xirabî li aşê qencî û dilpakiyê

hêrand

bi tasa spî

ji şureşura kaniya îsyankar

ava berxwedanê

vexwar

li hesretkêşî û bêrîkirina te

mîna mecnûnê sergêj

derbeder geriyam

min

destana helbesvanên nemir

Melleyê Cîzirî

Feqiyê Teyran

Ehmedê Xanî

û eşqa Mem û Zînê

li ser textê şaristaniya te

neqişand

ez ê

bi sonda tolhildana şervanên mêrxas

bûka xwe ya delal

ji nav deste dêlegurên har

bigrim

bifitilînim 

birevînim 

rizgar û azad bikim

 

Xizan Şîlan

2023-04-14

Stockholm