ENCAMÊN KONFERANSA LI KOPENHAGEN E:

ENCAMÊN KONFERANSA LI KOPENHAGEN E:

Di 18 mijdar 2018 an de PKAN-DK, bi mijara:’Şêwaza kurdên Anatoliya Navîn li Ewrûpa û welat’’ konferansek li bajarê Kopenhage lidarxist. Konferans, li salona Hjulmagerporten e pêkhat û ji hêla kurdên Anatoliya Navîn ve bi eleqekayeke mezin hate pêşwazî kirin.

Konferansa PKAN-DK, bi rêzgirtina ji bo şehiden azadî-demokrasîye û bi xêr hatina mêvanan, ji hêla hevseroke PKAN-DK Necati Gezen ve hate destpê kirin. Pêşkeşîya konferanse ji hêla hevseroka PKAN-DK Gül Özcan ve hate peşkeş kirin.

PKAN-DK, ji bo Konferanse Dr. Zeynep Binici Çetinkaya, Terapîste Malbatê Ahmet Demir, Pedagog Şengûl Deniz Akbal û Prof. Dr. Hecî Akman wek axaftvan hatibûn vexwendin.

Ji Partîya Sosyalîsta Danimarka Serdal Benli jî nêrinên xwe yê li ser kurdên Anatoliya Navîn û giringîyê damizrandina PKAN bi axaftineke şîrove kir. Sîyasetmedar Ibrahim Benli, ji Partîya Enhedslisten (yekgirtî), nivîskar û rûspiyê kurd Hesene Ale jî wek mêvan beşdar bûn.

Endamê Meclîsa PKAN-DK Ahmet Gezer, dîroka kurdên Anatoliya Navîn (KAN) ya serdema nêzik, koçberî û koçberîya Ewrûpa bi kurtasî pêşkeş kir. Gezer, axaftina xwe anî ser demazrandin û sîstema PKAN e. Kar û xebatên ku li Danimarka hatine kirin û projeyên pêşeroje ji beşdaran re şîrove kir.

Ciwanên li Danimarka:

Ahmet Demir:

Ji alîyê pîşeyê xwe ve, li nav sazîyen Danimarka bi nav û denge û di warê xwe de pispore.

Ahmet Demir, ji bo konferanse spasîyê xwe ji PKAN-DK re kir. Vegerîya beşdarvana gazinc û gilîyê xwe kirin û got ji kinge va li benda civîneke bi vê rengî ji bo gelê xwe bûm.

Demir, li ser sedemên tundîya/şideta di navbera ciwanan de dest bi pêşkeşîyê xwe kir. Ciwan çawa û bi çi awayê derbasê qonexa tundûtûjîyê dibin, di ve niqte de role sazîyên eleqedar wek komaleyen civakî, malbat û sazîyen perwerdeyê çiye? Dema ku ciwan xwe li dervayê sazîyan dibinin, dijberîya xwe bi tundûtûjîyê nîşan didin. Cudatîya çandî, him ji hêla çanda Danimarkî û him jî ji hêla çanda xwe ve pirsgirêkan dijîn û ji hêla zimen de xwe îfade nekirin jî yek ji sedemê tundûtûjîyê. Reaksîyona civaka hawirdor, zexta serdestî û role çepemenîye yên bi awakî nebaş nûçeyan nîşan didin jî bandora xwe li ser ciwanan dikin.

Mal û malbat, statûya dê û bavan rolekê giring li ser ciwanan dilîyze. Her wiha, tenduristî fizîkî û psikolojîk, kar û abori tesirîyê xwe li ser ciwanan dikin. Wek dê û bav, ji bo zarokan bibin nimûne û bibin model. Dê û bav, ji zaroka re bibin xûdîye vîzyon/nêrin û helwest. Dê û bavê çawa piştevanîye bidin zarokan û ya herî girîng bingeha wateya ji bo dibistanê ya zarokan amede bikin.

Terapîste malbatê Ahmet Demir got: Pirsgirêk, bi hevkariye di navbera sazî, dê-bavên û bi zarokan çareser dibin. Tekilîya di navbera dê-bavan û mekteban de, zaroka motivasyon dike û baldarîyen wan zêde dikin.

Tenduristîyê Biyanîyên li Danimarka

Dr. Zeynep Binici Çetinkaya:

Pêşkeşîyê xwe li ser tenduristîya biyanîyên li Danimarka amede kiribû, ji ber ku lêkolîn bi gelemperî li ser biyanîyan tên kirin. Hêjaye gotinê û serbilindiyeke ku pêşkeşîya xwe kurdî kir.

Sazîyên ku ji bona koçberan lêkolîn çêkirine: Navenda Lêkolinên ji bo Koçberan, Etnicitet û Tenduristî li Zaningeha Kobenhavn, Biyanîyên bijişkê Klinîkên Nexweşxaneyên Odense û Hvidovre, Hevya Sora Danimarka, Navenda Zarokan ya Rigshospital.

Hûrnêrîn / Analîz:

Koçberîye Cîhanê civakên pirçandî her ku diçe zêde dike. Di warê tenduristî de, di nav koçber û penaberan de ji bo koçberîyê pirsgirêken tenduristî û nexweşî encam didin. Nexweşîyên biyanîyan pir cara ji Danimarkîyan cûdatirin û ji ber ku biyanî di warê girtina xizmeta tenduristîye de astengan dijîn. Ew ji bo sazîyen tenduristî û personalên tenduristî tengasîyên taybet peyda dikin.

Çetinkaya, peşkeşîya xwe bi statîstîke ku li Danimarka hatine kirin berdewam kir. Projeya lêkolînê ya akedemîk ku li ser biyanîyan hatiye kirin, ew encam bi pêşxistine. Di nav biyanîyên Danimarka de tenduristîya zaroken biçûk, zarokan û ciwanan nebaş hene. Dr. Zeynep Binici got: Sedemên zêdebûna nexweşîye şeker û dil, di serî de cixare kişandin, bê herekatîya fizîkî û di nav komên biyanîyan de qelewbûna zêde ye. Çetînkaya wiha berdewam kir: Gor lêkolînên hatî kirin û wek doktor pirsgirêken ku em pê re dijîn, kêmbûna hesin û vitamin-D ye, bi teybatî jî xwarin û vexwarina şaş û nexweşîyên kronîk li cem biyanîyan % 25-48 li cem Danimarkîyan jî % 10 ne.

Koçberên li Danimarka her çiqes tenduristiyên xwe nebaş bên jî pir salan dijîn. Ji bo tenduristiyêka baş: Di serî de parêz girtin, her roj herî kêmtir 30 dakika birêçûn/meş, terkandina cixare, tenduristiye dirana, berdewamîya jîyana tendurist, ji bo şekera tîpa 2 xwe paraztin û kêmbûna vitamîn- D pêvîstin.

Pedagog Şengûl Deniz Akbal:

Pêşkeşîyê xwe li ser jîyana kurdên Anatoliya Navîn li Danimarka û yên li Anadolê û bi devoka kurdên Anatoliya Navîn pêşkeş kir.

Li ser pîşê xwe wek mamosta, sîyasetmedar û wek pedagog/terapîst ji jîyana kurdên Anatoliya Navîn him li welat him jî li Danimarka nêrîn û ditînên xwe bi beşdaran re parve kirin.

Şengûl Deniz Akbal, sifte xwe danasandin û bi çend nimûneyê ji malbatê xwe û ji dor alîye xwe dan. Ji dûwa jî, gotina xwe anî ser pirsgirêken kurdên Anadolê Navîn e li Danimarka dijîn û wiha berdewam kir: Nezanîna sistema Danimarka, zimen û bi vê re girêdayê bi jiyan kirina hêşmendîye borî/ kevn û bi xwe bawer nekirin hing jî di nav me kurdan da heyê.

Şengûl Deniz Akbal, nimûnek ji jiyana mê kurdan din da, got: Wexta ku xanîya avadikin avahîye xanîya sexlem dikin da ku ma paşe mal helneşê. Lê bi surgûn û koçberîye avahiya me hatiye xelandin û bi ser de jî politikayên asîmîlasyone bandorekî mezin li ser me kiriye.

Akbal, di dawîya axaftina xwe de wiha pê de çû: Bandora asîmîlasyon û hûnekirina zimanê Kurdî bi nimûneka ji gunde xwe Omera da: Li meydana Omera zarok û ciwanên ji Ewrûpa terin îzne kom dibin. Zarok û ciwan ji kijan devlete hatine û bi kijan zimanê dizanine gor wê dibin kom. Ku dê û bavên wan zarok û ciwanan Kurmanci bi wan hûkirin bidana wê çaxe giştike li meydana Omera li cem hev kombibûna.

Prof. Dr.Hecî Akman:

Pêşkeşîyê xwe li ser muqeyesê diaspora cûhî û kurdan kir. Cuhîya çi kirine, çawa bûne xwûdîye dezgeh û wana çawa bi rêva dibin. Tecrûbên wan kurdên Anatoliya Navîn ve gire dan. Pêşkeşîya Akman adi malperê PKAN’ê de were weşandin.

Akman: Ya herî zêde ku bala min kişand bi çi awayî kurdên Anatolia Navîn rexmê ku ji welatê xwe yê bav û kalan ewçend dûr bûn dikarîn nirxên kurdeyatî wekî fundamentek biparêz in. Her çendî ev ji civaka mezin were veşartin jî, serfirazî ya ji kokên xwe bêgûman di mezinbûn û gihandinê de hestên ewleyî xurt kir. Her çiqas ez bi tevlîbûna bi van semîneran ferî gelek tiştan bûm jî, ji dil dixwazim zanebuna xwe di derbarê kurden Anatoli ya Navîn hîn zêdetir bipêş bixim. Wekê Kurd koka me yek e, le dîsa jî zanebûna me di derbarê hevûdu de kêm e.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)