Nezantiya me û Dijminatiya Dewletê ye hezarsalan / Şoreş Reşî

Tûrikekî bavê min hebû, ji parçên paçan dirubûn. Wek çêntekî bû lê tenê ji paçan çêkiribûn. Carna ew ji bin ser derdexist, tanî vedikir û me jî bi çavên tiji meraq lê mêze dikir. Her ku derdexist, çend rûpelên govareke ye di nav de nîşanî me dida û digot: ”Binêrin! Va Ednan Menderes e, serokvezîrê berê ye Turkiye ye lê ew îdam kirin!” Piştre wêneyekî din nîşan dida û digot: ”Va jî Fatîh Rûştû Zorlu ye. Kurd bû, wezîr bû lê mixabin ew jî îdam kirin!” Heta bavê min mir ew rûpel hebûn, dibê ku hîna jî hebin. Ji ber ve, hezkirina min ji Ednan Menderes re çêbû. Lê îsal bi tiştekî nû hesîyam!

Niha ez êla Canbegan lêkolîn dikim. Ji bo wê çûm gunden Canbegan. Di rîya Kelhesan, Delalan, Bordelik, Kadioxlu re çûm Örnek Köy (tirk û kurdin). Gundekî li deştê hatiyê damêzirandin û dora gund arazîyeka fireh heye. Piştre çûm gundê Sarikaya. Navêkî tirkîye lê gundekî Canbegî ye, Kurmancin. Berî ez ê herim Sarikaya gelek kesan ez hîşyar kirim û gotin: ”Dîqet bike, dikarin te bikûjin!” Bi wê tirsê ez çûm. Di destpêka hevdîtina min û gundîyan de min resimekî din dît. Ew jî resimê kurdîtî, dostanî, xwîngermî û kevneşopîya kurdî bû. Di serê min de pirsek çêbû, gelo çima xelkê ez hîşyar dikirim? Ez ê gor xwe li bersîva ve pirsê bigeriyama.

Di sohbeta me de ji gundîyan O.C. (72) got: ”Gundê me li dij komîsyona erdê belav dikî derket. Ji ber ku dewletê ji me re digot: `Erdê we zêde ye em dixwazin 17 malan bînin û li gund bicîh bikin!` Lê em li dij derdiketin. Mûxtar kaxiza danî îmzê nekir. Bi ser wê de dewlete di sala 1960 an de 120 malên yorûk anîn û li Yayla Elî Begê bicîh kir. Cîhê Örnek Köy a niha lê, esas erdê me ye, an Yayla Elî Begê Canbegî ye. Malbatên yorûk bi zora xwe anîn û bicîh kirin. Erdê Kepirê ye herî baş hemî dana wan û e bikevir jî dan me. Heqeret li me kirin! Mêrîyê me tunin, mûxter ji tirsan re mohor kir û dewletê navê Örnek Köy da ser wan.” Pirs û bersîva wê di serê min de mîna birûskê lihev dan! Piştre kesekî din jî wiha got:”Li vir (roavayê gund) 7.000 donim erd ji dest me girtin û kirin çîftlixa dewletê. Vana hemî Ednan Menderes kirin!”

Heta gundê Çayirbaşiyê ez li ser wêneyên bavê xwe, hezkirina min a Menderes û bersîvên gundîyan kûr kûr ponijîm. Însanên vî gundîye xweşmêr heta niha zirar nedabûn kesî, tenê li dij dewletê mafê xwe parastibûn û nexwastibûn kesên din li gundê wan bicîh bibe û erdê wan ji dest bigre. Ji bo ve dewletê ew propaganda reşkirina gundê Sarikaya ye dabû dest pêkirin. Tu mirovên xêter min nedîtin û ber eqsê we heta dawî alîkariya min kirin. Di dawîye de min biryar da ku kaniya van reşkirina hemî dewlet bixwe ye.

Li ber camîya Çayirbaşi ez rastî xalê E. H. H. (81) hatim û wiha got: “Berî 50 salan em ji Qişlê hatin vi gundî. Sala 1954-55 an Menderes, ji Entep û Edenê 27 malên yorûk anîn li Qişlê bicîh kirin û êdî êdî Qişlê vala bû. Paşê ji Antalya jî 16 malên Xaytê anîn kirin gund. Ew Kurmanci nizanin.” Ji wir jî çûm Beşişikli.

Mûxtarê gund Ç. O. (46) dibêje: “Di sala 1952 an de dewletê ji Islahîye 27 malbatên yorûk anîn vir. Gor dewlete li vir erd pir bûyê. Her malbatêke 200 dekar erd dane. Piştre 50-100 dekar dan zarokên wan. E yerlîya jî 200 dekarin.

Rawestgeha min a dawî jî gundê Tirko bû. Mehmûdê Îsmeîl (1921) got: “Di sala 1953 an de erd hatê belav kirin. Dewletê gewendê anîn û li bakûr rohelatî meö niha je re dibêjin Şenyayla, bicîh kirin. Paşê hikûmatê erd parva kir û erdê pir da wan.”

Bi kûrtî; dewletê di serdêma Menderes de jî hewil dayê ku kurdan asîmîlê bike û ji der de xelk anîne û li ser axa kurdan bicîh kirine. Min heta îsal nedizanî. Yanê, me dijminê xwe nasnekirine û resime wan jê temenêkî direj di çiqine xwe de vêşartine. İro ji hema tişt berdewam dike…Îro jî resimê kesê Dêrsîmê dişevitînî li dîwarên me ne… Em miletekî nezanin û hîna jî beşêkî me dijmine xwe nasnake. Tiştekî din, ez dinivîsim lê kesên bawer nakin bila li dîrokê mezêbikin. Ji sala 1040 an vir de ew dewleta dijminatiya me dike, hîna jî em şîyar nebûne. Birastî eferîn ji me re! Gereg ew tekevê pirtûka rekoran…

Şoreş REŞÎ

2018.08.30