PKAN Almanyayê Kongreya xwe ya 4emîn roja şemîyê di 15 haziranê 2024an de li bajarê Wuppertal Almanyayê lidarxist.
Ji endamên PKAN Almanyayê dora 50 kes tevlî kongreyê bûn.
Kongre bi axaftinên Hevserokên PKAN-Almanyayê dest pê kir û piştî axaftinan dîwan hat diyarkirin.
Ji bo dîwanê; Çigdem Akbina, Cengiz Binyil û Ferudin Yurtsever hatin hilbijartin.
Piştî hilbijartina dîwanê bi navê PKAN-Ewropayê hevserokê PKANê yê giştî Ali Fuat Gursel axaftineke kurt kir.
Gursel di axaftina xwe de behsa girîngiya xebatên PKANê yên ji bo Kurdên Anatoliya Navîn kir. Gursel bal kişand li ser sekna PKANê ya li dijî bişaftinê (asîmîlasyonê) û girîngiya birêxistinbûna li dijî bişaftinê. Gursel behsa girîngiya rêxistinkirina hemû Kurdên Anatoliya Navîn a li dijî bişaftinê kir.
Piştî Ali Fuat Gursel, bi navê PKAN-JINê Çigdem Akbînayê mafê axaftinê girt. Akbînayê bang li hemû jinên Kurdên Anatoliya Navîn kir û xwest hemû jinên Kurdên Anatoliya Navîn di bin sîwana PKANê de bibin yek.
Fehmî Başaran got, “PKAN MALA ME YE” Derîyê PKANê ji her kesî re vekirî ye. PKAN ne tenê alternatîf e, di heman demê de deriyê çareseriyê ye.
Bi navê Federasyona Karkerên Pênaber yên Ewropa (AGIF) Bilal Danişman mafê axaftinê girt û kongreya PKAN-Almanyayê silav kir. Danişman di axaftina xwe de, li ser girîngiya birêxistinbûna kurdên Anatoliya Navîn kir û xebatên PKANê yên di vî warî de pîroz kir.
Bülent Üzüm jî li ser navê komala Celikan(Kirkpinar) axaftin kir û kongre we sîlav dikinî û serkeftinê dixwezinî.
Piştî axaftinan hevseroka PKAN-Almanyayê Sultan Dag rapora nirxandina xebatên PKAN-Almanyayê ya du salan xwend. Di nirxandinê de ji xeynî xebatên hatî kirin, li ser kemasiyan jî hat sekinandin. Di vî warî de li ser mezinbûna erdnîgariya Almanyayê, belavbûna kurdên Anatoliya Navîn a li ser vê erdnîgariya mezin û kêmasiyên rêxistina PKANê hat sekinîn.
Di nav xebatên PKAN-Almanyayê yên du salan de;
Nîşandana belgefîlma Lêger (li Almanyayê 8 navendên cuda hat nîşandan), lidarxistina semîner-şev hwd. ên di derbarê çand û dîroka kurdan de û dîsa xebatên alikariyê yên ji bo erdheja li Kurdistanê bûyî ( 06.02.2023 Semsûr- Gurgum) hatine kirin û gelek xebatên din hatin rêzkirin.
Piştî rapora nirxandina xebatan, rapora aboriyê hat xwendin û her du rapor hatin erêkirin.
Piştî raporan, dîwanê derbasî hilbijartina rêveberiya nû kir. Di hilbijartinê de Çigdem Akbîna û Fehmî Başaran wek hevserokên PKAN-Almanyayê hatin hilbijartin. Rêveberiya nû ji 19 kesan pêk tê.
Hunermende hereme Ali şekercî jî got: hevîye me ji PKAN e hene gerek xwedî hunermende Anatoliye Navîn derkevin . Kongre bi kilamên hunermend Ali Şekerci û bi govendan bi dawî hat.