Riza Baran, di hemû emrê xwe de ji bo yekitîya Kurdan, ji bo Kurdên Anatoliya Navîn ji dil û can kar û xebat kir.
Riza Baran , yek ji rûspîyê Kurdên Anatoliya Navîn û endamê PKAN’ê yê xwezayî bû. Ji bo birêxistinbûyîna Kurdên Anatoliya Navîn û damezrandina PKAN’ê pir kêfxweş bû û di derbarê vê de daxûyanî belav kiribû.
Riza Baran , ji bo yekîtiya Kurdan ji dil û can kar û xebat dikir û hewldida ku Kurd yekîtîyê xwe ava bikin.
Wek rêveberê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), me di pêşengîya Riza Baran de, pir kêm bi hevre kar kir. Riza Baran, di kar û xebatê xwe de bi bîr û bawerî bû. Bi rêhevalên xwe ve dilgerm bû.
Wek endam û rêveberê PKAN, di salvegera roja koçkirina Riza Baran de wî bi hûrmet bi bîrtînin. Xêmginîya xwe bi malbat, dost, rêheval, hezkiriyên wî û Kurdên Anatoliya Navîn re parve dikin. Wek PKAN soz didin ku ji bo xeyalên wî em ê heta dawî kar bikin.
Bila cîhê wî bihûşt be!
Em wek PKAN birêz Riza Baran di duyemîn salvegera koçkirina wî de bi hurmet bi bîr tînîn û Riza Baran jî bîr nakin.
Riza Baran, hêjayê gotine ye, ji gunde Tawira girêdayê Kırşehir e.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN).
Nivîsên Riza Baran’ê ku ji PKAN’ê ra şandî!
https://kurdenanatolien.com/birez-riza-baran-di-derbare-civina-pkane-li-berline-daxuyane-belav-kir/
https://kurdenanatolien.com/birez-endamen-komite-ya-kongre-u-geli-delege-yen-pkan-e-riza-baran/