Tirkîye Hîn Tişt bi Dest Xwe Nexist!
(Va nivîsa analîzkarê Amerîkê a Steven A. Cook nivîsandiyê , min tenê wergerande zimanê kurdî)
Hîn pir zû ye em qalê serketinê Tirkîye bikin.
Esad gêrbû şûnda çend rojnemavan û analîzkeran nêzika hikumeta Tirkîye gotin li Sûrîye, Tirkîye bi serket. Va çiqas rast e? Na, helbet ne rast e.Tirkîye hîn tû tişt bi dest xwe nexistîyê.
Piştî ku Hayat Tahir el-Şam Esad derxistin . Tirkîye jî piştbazîya HTŞ kir, va rast e. Hing pir ji bo endezyar û mûteahîtên xwe mezin bike Tirkîye piştbazî li HTŞ kir; heger kompaniyên ( şîrket ) mezin li Sûrîye hîn pir qezenç bikin Erdogan jî li qesra xwe hîn rehet bikare rûne. Bajarên Sûriyê bi êrişên Tirkiye û DAÎŞ weran bûn, Erdogan dixwaze bi destên şîrketên nêzîkê xwe pêvekirin (tamîr) û pîne bikin.
Feqet, bo Erdogan ev ne bes e û li ber derîyê Erdogan çend bendê wek asteng hene.
Fikir û polîtîka Tirkîye berê li ser lihev hatina Esad bû. Erdogan dixwast bi Esad ve lihev were û plana xwe li ser vê çêdikirin. Dema Esad ji Sûrîye derket jî polîtîka xwe gehurî û gotin va parçêyeka planên me bû. Ji bo vê jî Hakan Fîdan bi ecele çûbû Şamê, HTŞ hambêz kir, da ku Dinya û Alem jî bawer bike, Tirkîye jî derxistina Esad dixwest.
Yê rastî li vê demên paşî Erdogan dixwast bi Esad ve li hev were.
Bi rastî jî Tirkîye , bi HTŞ re alîkarî dikir feqet Esad gêrbû bi şûnda HTŞ difikire ku piştbazîya Tirkîye êdi ne hewceye.
Seroka HTŞê Ahmed el-Şaraa bi Amerîka, Îngilîstan, Fransa û bi Almanîye ve têkilîyê xwe heye, û ji alî wan naskirinê dixwaze. Bi îstîxbaratê Iraqê ve jî têkiliyê xwe hene. Wezereta Sûriyê ecerê derveyê Asaad Hassan al-Shaybani, çû serdana Rîyad, Amman,Abu Dabî û Doha.
Çima, berê vê nehatibû Tirkîyeyê ? Bi eşkere xûya dike ku HTŞ, ji Tirkîyê pir tişt rûcê nake yanî ji Tirkîye tû xwastinên xwe tunnen.
HTŞ, helbet Tirkîye ji bîr nekir û têkiliya xwe nebirîn feqet li hêla dewletên Ereb ( weke Siudî, Qeter û UAE ) Tirkîye tû qîmeta xwe tunne. HTŞ û Sûrîye dixwazin berê, pişta xwe bi dewletên Ereba din. Ewan jî dizanin , ti xêraTirkîyê ji xwe re nîne!
Ji armancên Erdogan û Tirkîye yek jî , ji YPG xelas bûn e. YPG, bingeha SDG ye û tevehev terorîstên DAÎŞÊ teva kirin. Erdogan jî dixwaze bi destî HTŞ, ji YPG xelas be.
Tirkîye tiştekî ji bîr dike. Kurd teslîm nabin û PKK jî li pişt YPG derdikeve.
Hisûsîyetek din heye; artêşa Tirkan, 40 sala zêdetire bi PKK re şêr dikin feqet hîng tû caran bi ser neketine. Îcar ewê çawa YPG’ê têk bibin? HTŞ jî nexwaze bi YPG’ê re şer bikin.