”Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan
(Netewa Dihele û Hilweşîna Dîroka Sexte)”
Navê pirtûka dawi ya nivîskar û lêkolînerê kurd Şoreş REŞÎ ew e; pirtûk 789 rûpelin, di sala 2024 an de ji weşanên Sîtav derketiyê.
Pirtûk, bi awayekî cuda bi çar pirsan destpê dike. Pirs ewin:
1. Dema moxolan berê xwe dan rojava, dixwestin tola çi ji kurdan bigrin?
2. Tûr-an-î (Tûranistan) kî ne?
3. Tirsa xelîfe Omerê ji gelê li Xorasanê dijî bê wate bû?
4. Wekî ku tê îdîa kirin, heger turkmen-oxûztûranî tirk in, çima ji alî selçûqî, osmanî û tirkan ve di dirêjîya dîrokê de ew wek dijmin hatine dîtin?
Helbet gelek bersîvên dirêjên van pirsana di pirtûkê de hene lê bi kûrtî mirov dikarê bibêje ku moxol û kurdan rabirdûyeka xwe tekîlîyan û şeran heye. Heta ew di çîrokên berê (1950) ye li navênda Anatoliyê de jî dihatiyê ser ziman. Tûr, di dîroka rastî de kralê beşekî kurda ye, tu eleqa wî bi tirkan re nîne û cîhê ew lê dijî jî ne Turkistanê. Xelîfê Omer ji ber tirsa kurdên herêmê yê şervan, nedixwestiyê ku ew bên ser ereban. Di pirsa dawî de jî, belkî ti temamiya pirtûkê de jî tê ispat kirin ku oxûz-tûranî-turkmen kurdên îro li navênda Anatoliyê, dora çemê Firat, Efrîn, Kobanê û Xorasanê dijînê. Nivîskarên tirk, ew beşa kurdan bêxwedî, nezan dîtinê û hemî dîroka xwe li ser ya wan hûnandine. Bi vî awayî Şoreş di asteka pir bilind de bersîvê didê nivîskar, dîrokzan û îdeologên tirkan ku dîroka wan bi temamî derew derdexê. Van ispatan jî bi belgê, xarîtê, ferman, wênê û alavên ji kolanan derketî, destek dike.
Xaleka dina gîrînga di vê pirtûkê de jî ewê: Heta niha baş nedihatê zanîn ku kurdan li Asya Navîn, Xorasan, Gîlan û dora deryayê Xezer, Azerbeycan û yên li Helebê gelek dewletê damezirandine. Wek mînak; li Xorasanê dewleta Gor-Gûr/ Melîk Kurd (1120-1389) ji alî lek û kirmanckî axivan ve; dewleta Oxûz Yabgu-Oxûz Salûr-Salxûran (750-1055) ya kurmancan li Xorasan û Mangişlaqê; li Sîstanê dewleta kurdên Beluçan ya Çaremîn (1410); li Helebê dewleta êla mirdêsîyan (mirdasogullari, 1023-1260 ?); li Azerbeycanê dewleta zenda Şadiyan (951-1199); li Ermeniyê, Azerbeycan, Şîrvan û Babûl Ebvabe dewleta kurdên şêxbizinî, Şîrvanşahan (861-1538) û dewleta Merwanî ya (985-1086/1094)ku ji alî kurdên ji Xorasanê hatî ve hatinî damezirandin bi berfirehî di pirtûkê cîh digrin.
Xala din a girîngê di vê lêkolînê de teyî zelal kirin jî tekîlîya saka (îskît)-oxûz-kurda yê û bi berfirehî hatinê nivîsîn û herkes dikarê je sûd werbigre.
Xaleka din a girîng jî mesela oxûz-turkmen û kurdan e. Wekî tê zanîn osmanî dîroka xwe li ser 24 zendên oxûza yên mîna; kinik, Kayi, Bayindir, Salxûr, Avşar, Begdilî, Bayat û hwd dihûnin. Gor lêkolînên Reşî yên kûr, derdikevê holê ku ew zendana hemî kurdên îro li dervayî welat dijînê!
Gor lêkolînên Reşî, kurdên berê li Xorasanê dijinî di sê merhalan de hatin Anatoliyê:
1. Di serdêma emewî û ebasiyan de (680)
2. Di serdema Eba Muslîm Xorasanî (754)
3. Serdema moxolan (1219)…
Kurdên hatinî Anatoliyê an her zendeka kurdê hatî dewlet û mirîtîyên xwe mîna:
1. Danişmend (1085-1178)
2. Qeremanî (1250-1493)
3. Germîyan/Alşêran (1260-1428)
4. Mîrnîşîna tûrizî-torisî/ îzol (menteşê,’veladani tûrasan’ 1261-1426)
5. Candarî (candarogullari, îsfendîyarogullari (1291/1322-1461)
6. Beranî (karakoyunlu, 1351/1380-1469)
7. Pezkel (akkoyulular-bayindir, 1340-1514/1403-1508)
8. Dewleta sorqadiran (z/dulkadirogullari 1337-1522)
9. Remezanî (ramazanogullari, 1358-1608) û gelekên din damezirandine û hûn dikarin je sûd werbigrin.
Bi vê lêkolîna kûr û berfireh, Şoreş Reşî dîroka beşekî kurdan ji destpêkê heta roja îro di hemî merheleyan de şopandiyê û sedêmên belavbûna wanê heta roja îro ya ji Efrînê bigre heta Afganistan û HIndistanê destnîşan kiriyê.
Berhemeka bingehferehîn û gîrîngê ku, mirov êvaran serê xwe dînê ser û rakevê ye!