KOMÎSYONA ÇAND Û HÛNERÊ YA- PKAN
No: 003
Ji Gelê Me Re!
Stockholm; 09.04.2018
Di civîna Meclîsa PKAN ye 13.01.2018 an li Brûkselê pêk hatî de li ser gelek projayan biryar hatin girtin. Yek ji wan jî qeyit kirina ”destkir an kirarîyên” (xali, gelt hwd) me ye.
Wekî tê zanîn çanda kurdên koçber ê ji alî destkir an kirarîyan ve, yanî ji alî xali, gelt, balîf, ter-heqîw, perdê û hwd de gelek pêşketîyê. Lê vana heta niha ji alî me de nehatinê qeyit kirin. Ji bo we jî ew wenda dibin, xelk û dewletên din xwedî lê derdikevin…
Em dixwazin ve çandê biparêzin! Wan a berhev bikin û di demekê nêzik de bikin pirtûk. Di demekê dirêj de jî dilê xwedîyên wan bikin û di mûzeyekê de kom bikin. Hevalê me Rafet KILIÇALP ji vî karî berpirsê.
Em bang li gelê xwe dikin ku alîkarîya me bikin. Heger niha di destê we de resimên wan berhemana hene ji birêz Kiliçalp re bişînin. Heger hazir tunebin, dema hûn çûn îznê ji mala xwe an ji cîranê xwe kom bikin. Wêneyên van berhaman, bi bersîvên pirsên li jêr ve ji Kiliçalp re bişînin.
- Çend wêneyên kirarîyan bikşînin.
- Di kijan salê de û ji alî ke ve hatiyê çêkirin?
- Mana/wata çînê wan çiyê?
- Bi çi hatiyê hûnandin? Bi herîyê an bi pembo? Kijan boyax bikar hatiyê? Bi boyaxa nebatan an kîmyasal?
- Dirêji û panîya wan çiqese?
- Niha li cem ke/kî ne?
Berhemên ku kom bûnî ye di pirtûk û CD an de belav bibin. Ewê bi navî PKAN ê belav bibin lê navê xwedîyên kirarîyan û kesê şandî je li her cîhî bê nivîsandin. Yanî kêda kesî nayê wenda kirin.
Em li benda alîkarîya we ne ku xwedî li çanda xwe derkevin.
Şoreş REŞÎ: soresresi@hotmail.com Rafet KILIÇALP: rkilicalp@hotmail.de