Belgefilmî LÊGER hê jî tê şopandin!

Almanya

Belgefilmê-Sînemayê ê Kurdên Anatoliya Navîn li Almanya li bajarê Frankfurt am Main hate nimandinê.
Belgefilmê –sînemayê roja şemî, di 22 nîsan 2023an de, di filmforum Höchst de hate leyistandin.

Beşdarên ku Belgefilm- Sînemayê mêzekirinî, zêdetir ji alîyê Kurdên Kirşehir û Kayserî bun, ji bona bi rêxistinbuna PKAN û KAN pir kêfxweşbûn.

Rêveberê PKAN Almanya Sultan Dag pêşkeşvanî kir, PKAN û damezrandin û behsa projeyan PKAN`ê kir.

Danimarqa

Belgefilmî Lêger li Danimarqa li bajarê Aalborgê , di 22 nîsan 2023an de hate nêmandin.

Li bajarê Aalborgê li du cihan Belgefilm hatibu nêmandin, yek li Sînema Nordkraft Biffen û ya din jî li salonê Mylius Erichsensvej 76 hate nîşandan.

Hevserokê PKAN’ê Ahmet Gezer danasîna PKAN’ê û projê Belgefilm bi kurdî, tirkî û danca kir.

Kêfxweşîya herî baş ev bu , piranîyên ku film mêzekirin ciwan bûn û bi mereqê pirs dikirin

Derhêner Esîn Akgûl Gûneş, pirsên beşdarvanan bersivandin. Esîn Akgûl Gûneş li salonê jî behsê projeya PKAN-Jin’ê jî kir û jin davetî tevlîbûna PKAN-JIN’ê kirin.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN