Di dîrokê de tekîlîya kurdan bi maran re (II) Şoreş Reşî

 

Di nivîsa berê de min qala çîroka bapîra xwê ya bi mar re kiribû. Di tekîlîya bapîra min û mar de şûphê tunê ku pîrozîyek heye! Wê, mar mîna xwedayekî didît û je bereket dipa. Lê em ve pîrozî û hûrmetî li ba nivşên pişt bapîra min de nabînin. Yanî di fikra min û dîya min de tenê kuştina maran hebû. Ew gûhertineka kultûrî, civakî û bawerîyê destnîşan dike. Yanî civak bi temamî hatiyê guhartin. Ya ji bo me mihûm ewê ku em bizanin bapîra min û hemsalên wê ew fikir û bawerî ji ku girtibûn? Çima mar li cem wan pîroz bû? Ya jî xwedawendê bereketê bû?

Di nava kurdan de bi gîştî, bi taybetî ji di nava kurdên kirmanc (dimilî) û kurmancên li navênda Anatoliyê dijîn de, ji Şahmaran re gelek hûrmet dihatê girtin. Hema hema di her malekê de çend wêneyên Şahmaran hebûn. Keçikan resimê Şahmaran li ser çîzê xwe yî bûkanîyê dineqişandin…Dikarim çend mînakan ji mala me bidim: Perdeyeka mala bavî min hebû, davitin ser lîbazan (elbîsa) û tam di nava we de wêneyekî Şahmaran hebû. Li mala apî min dû çarçovên Şahmaran tê de li dûwar xistibûn. Halbukî va malana ye misilmanin û di vî dînî de mar-şahmar neyî maqûlê. Di ve niqtê de mirov naqokîyeka civakî, dinî û kulturî dibîne. Çima tiştekî di dînê (dûa şahmaran heye lê ew tenê kopîyeka bê watê ya ji kulturên din girtine) wan de neyî maqûl li joriya odê xwe dixistin? Ya jî di dîn de maqûl be çima ew dikûştin? Ji pratîka pîrka min û nifşê pişt wê ew encam derdikevê:

  1. Bapîra min ji kultûr û dînekî ne misilman dihat!
  2. Dê, bav, ap û ez bibûn misilman!

 

Belgeyên dîrokî ve encama min derxistî piştrast dikin ku em bi kêmanî heta salên 1600 an jî hîn nebûnî misilman. Ew dikarê heta 1800 jî dirêj bibe û cîhê niqaşê. Fermanên osmanîya yên li ser me ispata ve yekê ne. Yek ji wana wiha ye: Li Meletî, kesên ku ji mirovê li ser navê Şah Îsmaîl derketî holê re diyariya dişînin pêwîste werin qetilkirin! Ji begê Meletî re! Aşîretên bi navê: Îzlû (Îzol-Îzdigan), Rişvan-Reşî, Eşkan, Solak, Şêx Huseyin, Soydan, Exirbuk, Adak, Kalaçak, Bezki, Çakal, Mihriman, Qeresaz, Komur yê girêdayî wilayeta we, haydût/şakîye li ser navê Şah Îsmaîl derê holê ketî re qurban şandine û xulamtî kirine…Em fermanekê dişinîn ku gihîşte destê we, ji nav ew êlên li jor navê xwe derbas dibin, kesên ku xulamtiyê dikin Rafizî ne; wana derxin holê bigrin û cezê wan bidine û sicîlê nivîskî ji mera birêbikin. Ferman dibê! 2.Recep 986/1578-Mûratê III.” Bi vî rengî bi dehan ferman hene û dîyar dikin em berê elewî- qizilbaş û êzidî bûne. Yanî, berî 400 salan jî hîn em nebûne misilman!

 

Niha, meselê tam di vir de ye! Yanî: Bapîra min ji dîn, kultûr û civakeka bawerî cûda dihat û pratîka hezar salan li pişt wê hebû. Yanî kevneşopî, edet, rê û rismê berî hezaran salan ye ku bapîra min hû kirî, di xeleka dawî ya kultur kevn û nû de, di pratîkê de bikar tanî. Lê nifşê nû misilman bibû û ew nedizanî.

Li ser vî bingehî ew pirs derdikevê holê, gelo ew kevneşopî ji ku tên? Di dîrokê de cîhê kî van heye?

Şoreş REŞÎ

2018.04.18