MANGÊ SÛR ( ÇÊLEKÊ SOR / Ahmet Gezer

MANGÊ SÛR (ÇÊLEKA SOR)

Keçika sêwî pir jêhatî ye, çi karê pê din, çi pêra bejin keçik dike û ji deste we jî derdikeve. Keçika dêmarî wek xwengê (xwûçke) xwe ne jehatîye, girane, zêde îş û kar nikare bike.Dêmarî vê yeke qebul nake , ku keçka wê wek keçkê sêwî ne jehatî ye.Ji ber wê, dêmarî zilm, zorî û îşkence bi keçkê sêwî dike. Lê, hikmeta Xwedê ye, her çi zilm û zorî jî lê bê kirin, keçka sêwî her care bi serfirazîye bi ser kare xwe dikeve. Dêmarî hûr û kûr difikire ku çi bike navî keçkê sêwî xerab bike , dêmarî fend û findoyê di ber xwe re derbas dike da ku çi bike?

Herdû xweng, çêlekan diçerînin. Dêmarî rojekê bêrbange sibe zû radibe ser pêya, dû çiqên hirî / hêrî hazir dike. Yekê , qasî weqî dike, ya din jî qasî lepekê dike.Keçik radibin , xwe hazir dikin ku herin ber çêlekan,dêmarî bang li wan dike.

Dêmarî dibe vê herîye bi xwe re bibin çole,birêsin û êvare jî bi xwe re bînin mal. Hirîyê pir, dide keçkê sêwî, ya qasî lepekê jî dide keçkê xwê gendê.Keçkê sêwî li hirîyê xwe mêzedike û li hirîyê xwenge xwe mêzedike , serê xwe bilind dike çav li dêmarê dikeve, nawêre tiştekî beja û berê xwe dide rê bi çêlekan va ber bi çole diçin.

Keçka sêwî ji tirsa li pişta we ,renge û rû we te guhertin, ji tirsa li ser wê dikeve çend rengan.Keçka sêwî dizane çi bi serî we de were ,ger ew vê hirîye tewa neke.Hîng ku di wê mal û xûle de bû ,xwe li ber kevrekî dibîne her kû çave xwe li hirîye dikeve dibe ez ê çing wê hirîye tewa bikim, dev û lew dicirêfin kela girî dide ser we. Pir digrî,hêndik digrê, dem û wext derbas dibe.

Keçîka sêwî serê xwe bilind dike, çêleka sor li ber we sekinî ye. Çêleka sor pê re dibêje , hirîye ji tê re birêsim.Lê ,te wê yeke baş bizane, wextê ku te ji kesî re got çêlekê sor alîkarî min dike .Vê çaxe, bizanê be jiyane te û ya min dikeve xeterîye û tê vê yekê baş bizanê be .Çêleka sor bi keçika sêwî re dibe hirîye bavêje ser sûrî (stirî) min, dest bi rêsandîne dike û pîştî nîv seate ew qes hirîye diqedîne dide dest keçîka sêwî û vedigere nav çêlaken din. Keçka sêwî pir kêfxweş dibe ku çêleka sor hirîye we je re rêsand,lê bi xwe bi xwe jî difikîre ez çawa bi dêmarî bidim bawer kirin ku min ew qes hirî risê ye.

Kêçîka sêwî, diçe ba xwungê xwe, xwunge hîng, ew lepê hirîye nerêsîye, heman alîkarî we dike û hirîye xwunge ji re tewa dikin.Keçka dêmarî bi xwungê xwe re dibêje, te çawa ev qes hirî risî? Min nikarî lepekî jî tewa bikim.Keçka sêwî, dibeje ez qet nesekênim, min heta vê gave xwe de ser ku ez birêsîm, hênek jî jêhatî me.

Ro çû ava û ber êvare , herdû xweng çêlekan didin ber xwe û berê xwe berva mal dikin.Keçîk , çêleka dikine êxûr (hevşîk), diçin hûndire male û hirîye ku rêsandî didin quncikê ode .Dêmarî mêzedike hirîye hatî rêsandin, hîna nake ew qes hirîye çawa hate rêsandin? Bi destê xwe hirîyê, di ser û bin hew re dike, hirî bi rastî jî hatîye rêsandin.

Dêmarî, roja din oqek û weqîkê dide keçka sêwî û keçkê xwe jî dîsa lepekî didê. Keçik, wek her carekê bi hev re diçin ber çêlekan.Çêlekê sor , disa tê ji keçkê sêwî re hirîye we dirêse û dide destê we. Keçkê dêmarî jî, bi zor û zehmet hirîye xwe dirêse.

Dêmarî, her rojekê hirîyê keçka sêwî lê zêde dike û dîsa jî keçka sêwî hirîyê xwe dirêse û bi xwe re tîne mal.

Dêmarî , dibe di vir de tiştek heye, ez nizanim çi ye. Dêmarî , bi keçkê xwe re dibêje ,serî sibe kare te li çole xwûngê xwe bişopîne û bi dizkî bide dû we. Ka bibîne ew, çing û çawa ew qes hirîye dirêse?

Roja din , dêmarî hirîye herê zêde dide keçka sêwî û keçkê xwe jî wek her care lepekî didê. Keçik , çêlekan didin ber xwe, berê xwe didin çole. Wek her carê, keçka sêwî bi alîkî de û keçka dêmarî jî bi alîkî din ve diçin. Keçka dêmarî, bi dizî giran û giran,gav bi gav ber bi keçka sêwî diçe ku teqip bike. Keçka dêmarî , çi bibîne, çêlekê sor hat ber keçkê sêwî hirîyê ve li sûroye xwe pêça û ji re di nav nîv seatê de rêsî. Keçkê dêmarî, bawer nakir, çavên xwe mist dide û dibê ez nê di xewnê de me. Careka din, mêze dike ,bi rastê jî çêlekê sor hirîye li sûroye xwe pêçayê û ji keçkê sêwî re dirêse.

Ber êvar bû, keçikan disa berê xwe berva mal kirin,keçka dêmarî çi bi çavê xwe dîtîye, ji dayîka xwe re yek bi yek kat dike. Dêmarî dibêje, min zanî bû ku ew nikare ev qes hirîye birêse û ji niha ve him jîr be û him jêhatî be. Da bibînin, ka ez çi bi serî we û çêleka sor de binîm.

Dêmarî xwe nexweş dike, bi cîh û balgê dikeve nav nivîna ,rojekê , du roja, heftekê, deh roja û dû hefte derbas dibin hîng dêmarî nexweşe. Dêmarî , ji nên û ave tê birinî û bêxal dikeve û bi hestîya dimîne .

Mêrê dêmarî te cem we dibê, hanim ew çî xale te? Ez te bibim cem doxtor, ma xal çarekê li te mêze bike. Dêmarî dibe, ez narim cem dûxtor û mûxtora û ew ji min re nabin derman.

Mêrik carekê serê xwe xelîye , jina xwê sifte mir , dizane bê bermalê çiqes bi zehmete, kurike xwe sêwî man û ew heketa carekê di serê wê de derbas bû. Mêrik bi xale jinikê xwe diêşê û bi hanima xwe re dibêje? Hanima min, bêja dilê tê çi dixwaze , ez amede me ji te re bikim? Dêmarî, bi xwe û bi xwe dibeja,dem ew dema ye û ez niha bejim. Dêmarî, dibe dile min goşt dixwaze.

Mêre we, dibe ez’ê niha herim ji te re pezekê şerjikim binim û ji goşt zêdetir bixwaze .Dêmarî dibê, na tê ji min re çêlekê sor şerji bikî. Mêrik dibe, hanim ez ji te re berxekî teze şerjekim, kawirekî ser beran şerjekim û beranekî kel şerjekim. Mêrik li vedigerîne, xêre çêlekê sor? Jinêk dibe, na mêrik , dile min goştê çelekê sor dixwaze, ku te şerjêkir çelekê sor şerjê bike û xêrî ji vê tiştekî din nexwazim.

Mêrik , hûr û kûr difikire û tû xal û çare nabîne û bêçare qebul dike ku çêleka sor ji jina xwe re şerjêbike. Mêrik, bi keçkê sêwî re dibeja, îro çelekê sor bernedin,ezê wê ji hanime re şerjê bikim.

Keçkê sêwî, ku gotina bavê xwe dibîze, pir bi berxwe ve dikeve, çelekê sor bê şerjêkirin. Keçkê sêwî, dizane dêmarî bi al dike û lê tiştek jî destê we na ye.

Keçka sêwî, bi dilekî xemgînê û bi çaven şil, tê cem çelekê sor , xal û meselê je re dibeje.

Çelekê sor, dibeje ez dizanim bavê te yê min şerjê bike.

Ger ku te bixwazî, derî dinya rûnko bikevî û bigehêjî dil û mirazê xwe ? Wextê ku bavê te, ez şerjêkirim û her ku wana goştê min xwarin. Te, hestê min giştika bêkemasî bîne çole û li cîhekî bi serhev gîne.

Merik, bêçare ji hanima xwe re çêleka sor şerjêdike. Ji şerjêkirina çêleka sor bi şûnde, dêmarî kêf dide û hêdî û hêdî radibe ser pêya. Dêmarî, her roj goştê çêleka sor dikelîne û bi noşê û can dixwin. Keçika sêwî, berê ku hera çole ber bi çêleka, hestêye çêleka sor berhev dike û bi xwe re dibe çole.

Çend mihe di ser re derbas dibin, rojek ji rojekê goşte çêleka sor teva dibe, keçika sêwî hestîye paşê jî kom dike û bi xwe re dibe çole dide ser hestêye din.

Keçika sêwî, bi mereq û kelacaneka mezin xwe dide bendê û ka ji vê encamê çi biqewîme?

Germa havîne, gûl û gûpike vekirîne, dar , ber û xwûzeyê bi reng û xweşikayê xwe di mirov re dikene. Keçika sêwî dikeve nav xem û xeyala, ji nêşkeve ji xewe rabe, çi bibîne û ji nav hestîyan xortek rabû ser pêyan. Xortekê bejin û bala xwe dirêj , dem panê, mirov qemîşê nabe li mêzeke , heman bêjî bi gazinen stûyê wê de bi dar de bêm.

Xorte delal, berve keçike diçe, dibêje arê ez bûm, min xwe kiribû tonê çeleka sor û da ku tê ji tengeyê xelas bikim. Xort, di destê keçika sêwî re digre, dibê ez dixwazim te bikim xelala dilê xwe û bi te re bizewcim. Keçika sêwî jî dexwaze xortê delal qebul dike û wê êvare diçin ba bavê keçika sêwî. Dexwaz û miraze dile xwe ji bave re dibêjin û bav jî zeweca wan tesdiq dike.

Heft roj û şeva dehole lê dixin û dawetê dikin. Keçika sêwî û Xortê delal digehêjin mirazê xwe.

Çeroka me gehêşte wê qamete , rehma li dê û bave we xwendevan û cêmaate be.

Wêne: Rebenî Celikan

Ahmet Gezer. 24 hazîranê 2018.