Ez jî wek xebatkereka PKAN jine dixwezim bêm;PKAN ji bo Kurdên Anatoliya Navîn karên pir hêja çedike û li hemberî asîmîlasyone disekine.
Dema ku em zarok bun me kilamên şînê guhdar dikirin,êdî giran giran kesen ew kilamana diben hindik dibine,niha bi rîya PKAN’e em dîsa wan kilamên şînê guhdarî dikinî. Ew kilamên di pêşarojen de wek arşiv bimînin.PKAN-Jin TV karen pir bi qimet dimeşîne ji alî jinan ve heta niha çand û ziman hatîye parastin. PKAN-JIN TV , ew derfet dayî jinan ku jin werin ser ekranan ew tiştên hatinî ji bîrkirin bi rîyan PKAN-Jin TV dîsa zindî bibin.
Ez jî jineka wek li Ewrûpe dijîm dibînim ku PKAN û PKAN-Jin dixwaze li herkesi xwedî derdikeve,xwe digêhijîne herkesî û hembez dike.
Ez hevîdarim ku PKAN- jin û PKAN hîn projeyên balkeş û bi qimet ê nîşanî Kurden Anatolîya Navîn bidin.Ji ber ku çand û ziman be parastin pir giringe.
Serkeftin ji bo xebatkarên PKAN’e re.
Çiğdem Akbina:Mamosteya Zarokan
Silav ji xebatkerên PKAN û xwendewanên PKAN re. Li Gorȋ nerîna min PKAN û PKAN JIN xwedî derketina çand,ziman û lêgerîna Dîroka xweye.Her wihamin jî xwe di nav PKAN’ê de bi vî awayî dît.Ez jî wek xebatkara PKAN-JIN û JINTvdixwezim çanda me,zimanê me davokame were parastin.Jiber vê yekê min jî xwe berpirsîyar dît û di nav PKAN’ê de cih girt.
RêyaPKAN JIN û JIN TVvekirî ye. Di pêşerojê de tiştên xwêş û başêbi hevre bên meşandin.Hêvîyên min pir mezinin ji bo jinênhêja.
Pewîst bûku komaPKAN JINhebûya.Jiber ku hêza jinan bide xuyakirin,hîn baş xwe bidin naskirin û perwerdekirin.Her mehêcarekê civîn tên kirin.Me komajinbi 2-3 kesan ava kir;a niha roj bi roj hejmara me zêde dibe.Hezkirin u pewêndî geleke.PKAN JINbiryarên pir bi qȋmet bi hevre dide ûplansazîya xwe pêk tȋne.
Yanî reng û hêza jinêxwe dide xuyakirin. Li gorȋ nerîna min, jin jî xwe di nav koma PKAN jinde berpirsîyarû bi hêzdibînin.
Ez bixwe jî wek pêşkêşvan di PKAN JIN Tvde dixebitim.Destpêke em tirsîyan ji bo peydakirinamêvanan.Me got; dernakevinJIN Tv’ê. Ê fedî bikin an jî, ji alî meranve tengasîyenbenderxistin.Le ne wek em fikîrin bu,me dît roj bi roj yek yêkê pêşnîyar dikeû bi mera jî dibin alîkar,ewjî tiştekî pir bi qimete.Di wî alî de PKAN û PKAN JIN jî karekî pir baş bi hevra dimeşînîn. Ez wan jî pîroz dikim.
PKAN jin tv cihekî pir muhîm ji bo parastinû arşîvkirina çand û huneraKurdên Anatoliya Navȋn. Di meseleya çand-hunerê defaktora herî muhîm“ziman”e û ziman jî heta niha ji alîyêjinan ve hatiye parastin.Asîmîlasyon û otoasîmilasyon rolekî mezin li ser çand û zimanê medilîze û roj bi roj dixweze me di nav sîstemê debihelîne.PKAN JIN Tv.li hemberî Asîmîlasyonê sekneke baş e.
Dayikan yanî jinan,Çanda mewek; stran, çîrok, xwerin û vexwarin,perwerde,bawerî, tekilîyênbi xwêzayê re,şîn ûşayî, mevanperwerî,bi sedan hêmanên (element) din en çanda me parastine û nifşen nû fêrîvê çanda me kirine û ew hîn jî alî jinan ve berdewame.
PKAN Jin TV jî,li hemberi keda ew jinên êşkişandinî xwe berpirsîyar dibîne û dixweze keda wan a bi qîmet,ku heta îro dernakatibu ser tu erkranan derxe ser ekraneû bike arşîv.
Ji ber ve yekê JINTv.jîgirîngdibîne û dixwaze ew jinên kêdkar, Gotinêxwe yên bi qimet,bi Kurdên Anatoliya Navîn reparve bikin.A din jî derfeta ku pir başe,ew jinên hunera xwe hene,lehêta niha derneketineser tu ekranan,bên ser ekrana JIN TV ûxwe bidinnasandin û bibin mînak.
Heta niha me 15 bernamê hatinçêkirin.Mevanên tevlî bernameya“Jin û Huner”ê dibin bi hezkirin ûbi kefxweşî vediqetin; ji me ra jî dibejin “we kîngê xwest em ê dîsa werin.” Bêhenek, bi kef xweşî û bi hezkirin xwe wek parçeyekî bernameû PKAN’edibînin.PKAN Jin tv li ser wan bandor dike.Ew jî mera dibe motîvasyon û sedama berdewamkirinabernameya Jin û Hunerê.Em ê di pêşarojê dehîn jȋ bibînin ka jin çiqasli PKAN Jin’eû Jin Tv.xwedî derdikevin.
Ji xwendewanan re,pir spas ji berku bi sabir nivîsen me xwendin.ji xebarkarê PKAN JIN û PKAN’e re Serkeftin.
Bêrîvan Keskin Xizemzêr: Xwendekar
PKAN yekemîn saziya Kurdên Anatoliya Navîn e, herwiha PKAN-JIN jî yekemîn komê ku em wekî jinên Anatoliya Navîn di bin sîwana wê de kom bûne. PKAN – JIN hewldana birêkxistinkirina yekemîn ya jinên Kurdên Anatoliya Navîn e. ji bo ve jî ez vê yekê wekî pêngavek girîng dibînim.
Ez bi xwe demekê bi ziman û wêjeya kurdî re eleqedar im. Ez bi hêvî û daxwaza ku ez di xebatên çandî, zimanî û wêjeyî de bikarim piştgiriyê bidim PKAN-Jin e û loma beşdarî koma PKAN-JINê bûm.
PKAN JIN tenê destpêk e ji bo birêkxistina jinên Anatoliya Navîn. Halêhazir li ser medyaya civakî du bername ji aliyê du hevalên me yên jin ve tê amade kirin û pêşkêşkirin ji bilî van bernamêyan hîn tu xebatên me yên din jî tune ne, lewma ji bo şirovekirina pêşeroja PKAN-JINe him zû ye û him zehmet e. Ger di peşerojê de PKAN-JIN çalaktir bibin wê şîrovê kirina ji bo pêşeroja PKAN-JIN’ê be.
Di şirovekirinaPKAN-JJIN TV de divê meriv nêrînên civaka me ya derbarê derketina jinan ya bernameyan paşguh neke. Ev yek xalek gelekî giringe ku gelekî caran ji amadekarên bernameya Jin û Hunere bûye astengî û di peyde kirina mêvanên bername de zehmetî kişandine. Ji bo ku li pêşerojê serkeftîtir bin xebatên nû û afirîner dibin. Bi hev şêwirîn û bi hevre biryar dayîn û bêhnafireh ji bo serkeftine gelekî girînge.
Ger em ji aliyê jinan vê bandora bernameya Jin û Huner binirxînin helbet ev mînakekê baş e. Lê ger em bêjin ku em wekî Koma Jinên Anatoliya Navîn gihaştin armanca xwe û em gelekî serkeftîne, ew ya bibe xwe xapandin. Lê ger em di rojên pêş de bi gavên bibiryar û bi bêhnafireh bixebitin emê bikarin bala gelek jinan bikişînin ser xebatên xwe û dibe ku hînge em behsa bandora xebatên PKAN-Jinê ya li ser jinên Kurdên Anatoliya Navîn bikin.
Berî her tiştî silavên germ ji hemî xwêndewanên PKAN‘ê re dişînim. PKAN-JIN û PKAN bi rasti jî sazîyen pir biqîmet in.
Ji bo jinên Kurdên Anatolîye Navin ziman, çanda xwe xwedî derketin û bi devoka Kurdên Anatolîya Navîn di ve sazîyê de xwe bi rexistin kirin pir girînge.Pêwîst e li her welatekî,li her bajarî xwe bigejînin her jineke û di bin sîwane PKAN’de bi rexistin bikin u xwe bînin ziman.Herwiha,PKAN JIN xwe îfadekirin e, parastina çand û huner e , sekneka li hemberî asîmîlasyon e.Çawa dayîk û dapîrên me heta niha zimane xwe parastî ne, niha jî emê ala wan a ji me re hîştî wek xebatkerên PKAN’ê hing berjor bikin.Ji bo peşarojan PKAN-Jine hevîyê min pirin.Niha PKAN JINTV heyê. Ez hevîdarim ku di peşarojêde tişten pir biqîmet bên çêkirin, mînak; çalakî, semînerên çandî,kilamên berê werin gotin û lêkolîn werin kirin.
PKAN JIN, ji ali 3 kesan ve hate avakirin.Niha em neziki 30 kesên û roj bi roj hejmara me zêde dibe.Reaksîyonên pir baş û posîtîv jî me ra tên.Ew jî bi kêd û xebatê pêşkêşwanan ve girêdaye yê.Herî dawîye ez dixwazim bêm;“ Parastina PKAN û PKAN-JINTV tê wateya parastina keda Jinên Kurdên Anatoliya Navîn”.
Serkêftin ji hemû xebatkarên PKAN’ê re.
Ez jineka ji Kurden Anatoliya Navîn piştî 20 salîye xwe ji axa û welatê xwe derketi me.Herwiha dîsa bum penaber.Wek her Kurdekî Anatolîya Navîn ez jî li rastîyen xwe, li nasnamê xwe û li Ewrûpa jî li xwe digerîyam.Min dît ku di bin sîwane PKAN’ê de kesên mîna min gelek in. Ez pir bi bandor kirim û lewma min jî di nav PKAN-JIN’ê de cihê xwe girt.
PKAN-JIN jî bi dengê xwe, bi rengê xwe, di nav PKAN’ê de cih girtîye û xebatên pir bi hêja jî dikin.Wekî em giştik jî dizanin ziman û çand jî alîyê jinan ve tê parastin.Ji bo ve yekê,PKAN-JIN hêvîye min zêde dike. Herwiha di PKAN-JIN TV de di peşarojê de ê rolekî mezin bileyzin.Ji bo zarokan, ciwanan tevahî ji bo ciwaka Kurdên Anatoliye Navîn.
Ez bixwe jî du caran tevlî bernamê Jin û Huner bum.Li ser min pir bandor hîşt. Ji ber ku zimanê xwe bi kurdî ye ,hêza jinê jî ê têda ye.Di pêşarojê de jîyana çanda gûndên me û devoka Kurdên Anatolîye Navîn ê bêparêstin.
Serkeftin bi taybetî ji PKAN-JIN’ê re, tevahî ji xebatkerên PKAN’ê re dixwazim.
PKAN platformeka ku her kes dikare xwe di nav de bibîne. Zanabûn û xwedî derketin a nasname xwe pir mûhîm e. Ewa tê yê vê watê ku jiyanek di nav tendûristîye de, bê nasnamê nabe. Em li welatên xerîb dijîn ji bo vê yekê xwedî derkêtine xwe hebun u çanda xwe girêdayêye mirovone.Livir nasnamê berve wenda bûnê diçê. Ji ber vê yekê parastina zimanê me û kulturê me bibe erkê mê berî her tiştî.
Kurden Anatolîya Navin bi sedsalan ne ji cîhê xwe derketin, surgun kirin anjî wek koçkirin û hatin Anatolîya Navin. Anatolîya Navin derwayî Kurdistane ye. Hetanî niha bişû kirin zimanê xwe parastin. 50 salê di bere jî koçberî Ewrûpa bune. Êdin wan 20 salen dawî politiken asimilasyone roj bi roj xwuya dikin.
Ji ber ku em nasname xwe biparêzin , hewceyê em xwedî li zimanê xwe û li kulturê xwe derkevin. Ji vê hêle de PKAN- Jin’ê pir mûhîme.
Çand û ziman her dem ji alîyên jinên ve hatîyê parastin û jin zarokên xwe fêrî çanda xwe dikin. Ji ber ve jî parastina çand û ziman, bere de jî û pêşeroje jî li ser milên jina ye. Wek jinên Kurdên Anatoliya Navin, gerek ku em gîştik xwe berpirsîyar bibînin.
Li Anatoliya Navin tû rexistinên jinan tûne ne. Heta niha tû kesî nikarî jinan bi rexistin bikin. Lê jinên me pêwiste ku bi rêxistin bibin,xwe bi pêşbixin û hişyar bibin. Ya herî mûhîm jî , li hemberî asimilasyonê hîşyar bune. Ev mîras ji dayikên me de ji me re ma ye.
Endamên PKAN-Jine, bi tevahî ji Kurdên Anatoliya Navinên. Zêdetirê wane jî li Ewrûpa dijîn e. Li Almanya, Hollanda, Belçika, Fransa, Danîmarka, Swêd û Swissre dijîn . Civînên PKAN-Jin’ê wek online pêktên . Carekê tenê em 2-3 roja wek fiziki hatin cem hevdû me tiştên pir bi qimet bi hevre parvekirin û demek xweş tevahev derbaskir. Mijarên vê hatina ba hev piranî li ser Kurdên Anatoliya Navin bu.
Birêxistinbûnê jina gelek mûhîme , dema em bi rêxistin bin nasnamê me winda nabe. Divê , PKAN-Jin xebatên xwe berdewam bike û di vê rîyê de xwedî li nasnamê xwe derkeve.
PKAN-Jin TV jî , zêdetir ji bo jinên Kurdên Anatoliya Navin xwe nav de bibînin û xwe pêşbixin. Armanca PKAN-JIN TV, jinên mê Kurdên Anatoliya Navin , xwe bi zimanê xwe û bi teybetmendiyên xwe ê xwe bidin nasandin.
Her jinek bikarêbe xwe bîne zimên. Teybetmendîyên PKAN-Jin TV. Bernamê jin hazir dikin, him jî beşdarvanê bernamê jî jinên. Dema ku sohbet di nav jinan de be, teybetmendîyên jinên kurd hinê zêde dera hole dikevin.
Sohbet bi devoka Kurdên Anatoliya Navin, di nav jinan tên kirin. Li ser PKAN-JIN TV, em hevdê nasdikin. Bi rîya PKAN-Jin TV , çanda me tê parastin û bi vê awayî dibê parek ji dirok e. Jenerasyonê pêşarojê dikarin ji bielimin.
Weki din a herî muhîm , ewe ku çand û zimanê me têyê pêşxistin.
Di mijarên bernamê de her jinek dikarê xwe tê de bibînê.
Serkeftinê ji bo hemû xebatkaren PKAN’ê re dixwazim.