Ji bo Raya Gîştî!
Wek Komîsyona Çand û Hûnerê ya Platforma Kurdên Anatoliye (PKAN) em dest bi pêşbirka wêjêyî dikin! Li destpêkê, xelata tenê di warê wêjê/edebîyatê de, yanê di beşa qûrte çîrokan (novel) de bê belav kirin. Ji dû salan carekê di dema Kongra asayî ya PKAN de bê belav kirin.
Şertên Beşdarîyê:
-
Berhem gereg bi Kurdî (Kurmancî, Şêxbizinkî an Kirmanckî-Zazakî) bê.
-
Xwedîyê berhemê gereg ji Navênda Anatoliye bê.
-
Berhem, li cîhê kî din berê nehatibê belav kirin.
-
Nivîskar dikarin herî zedê bi dû berheman beşdar bibin.
-
Berhem, herî dereng gereg heta 30 tebaxê 2019 bikevê ber destên me.
Dîyarîya Xelatê:
-
500 euro
-
150 euro
-
100 euro û berhemên beşdaran yê bêne çap kirin.
Endamên Jurî ye:
-
Şoreş Reşî
-
Kadîr Çelîk
-
Necatî Gezen
-
Abdullah Kaya
-
Xizan Şîlan
-
Ahmed Gezer
Adres:
Şoreş REŞÎ: Mogårdsvägen 7, 143 43 Vårby Gård Stockholm /Sweden